Berxwedana li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 101’an de ji aliyê koma 21’emîn ve hate dewirgirtin. Çalakiya li Şengalê di roja 80`emîn, li Yewnanistanê jî di roja 63`yemîn de didomin.

Berxwedana li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome
7 adar, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 101’emîn de ji aliyê koma 21’an ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 80’emîn de ji aliyê koma 40’an ve berdewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 63 roj in dewam dike.

(cx)