‘Îro ji her demê bêtir pêwîstî bi guhertina rewşa jinan heye’

‘Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Aştî û Ewlehiyê’ destnîşan kir ku pêwîstiya guhertina rewşa jinan û pêşxistina wan da ku mafên xwe bi dest bixin, ji her demê zêdetir bûye.

‘Îro ji her demê bêtir pêwîstî bi guhertina rewşa jinan heye’
6 adar, 2021   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfê duh daxuyaniyek da raya giştî û bal kişand ser rewşa jinan li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên ku rastî wan tên û destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk werin çareserkirin.

Însiyatîfê îşaret pê kir ku ji bo avakirina cîhaneke bêtundî, çewisandin û mêtingerî, tê de wekhevî, azadî, rûmet û edalet belav dibe, divê çareserî bingehîn û mayînde bin. Daxuyaniya însiyatîfê wiha ye:

“Bi navê Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Aştî û Ewlehiyê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, em bejna xwe li hemberî têkoşerên jin ên pêşeng ên ku ji bo pêşxistina şert û mercên karkirina jinan û ji bo ku mafên xwe yên siyasî bi dest bixin canê xwe feda kirin, ditewînin.

Her wiha em jinên ku ji bo bilindkirina dengê jina azad û ji bo azadiya jinan têkoşîn dane meşandin, bi bîr tînin.

Em vê rojê pêşwazî dikin di dema ku hîna jin û jinên ciwan li dewletên cuda yên Rojhilata Navîn û Afrîkayê rastî tundiyê tên û ji mafên xwe bê par tên hiştin. Ji qanûnan bigire heta bigihêje tevahiya cureyên tundiya bi zanebûn.

Lawazbûneke bingehîn di pêkanîna mafên jinan de li tevahiya dewletên herêmê heye. Ev yek ji saziyên civakî bigire heta bigihêje pergala edaleta cezayî, aborî, perwerdehî, tenduristî û dezgehên çapemeniyê jî, diyar dibe.

Li rex wê jî bi pirsgirêkên koçberî û koçberiya bi zorê, bazirganiya jin û zarokan, bûyerên kuştin û lîstina bi laşên jinan, nexasim ên çalakvan rû bi rû dimînin.

Mirov dikare bêje ku ev diyarde li tevahiya dewletên cîhanê heye. Tevliheviya ewlekarî û şer jî rolek di zêdebûna asta sûcên li dijî jinan de lîst. Nexasim di vê dawiyê de li gel belavbûna vîrusa koronayê û mezinbûna xetereya îslama siyasî ku di radeya yekemîn de jinan dikin hedef.

Ji ber têkoşînên wê yên afirîner û daxwazên pêkanîna guhertinên demokratîk ên bingehîn li tevahiya herêmê û li ser tevahiya asta ji aliyê jinan ve, nexasim israra tevlêbûna jinan di girtina biryarên stratejîk de ku çaranûsa welêt diyar dikin, niha ji her demê bêtir pêwîstî bi guhertina rewşa jinan û pêşxistina wan heye da ku cihê ku heq dikin, bigirin. 

Bi navê Însiyatîfa “Têkoşîna li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê” û bi boneya vê rojê, em dengê xwe tev li dengên jinên li tevahiya cîhanê dikin û pêşketina ku jinan di warê mafan de bi dest xistiye, ruxmî tevahiya astengî û xetereyan, pîroz dikin.

Em pabendiya xwe ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de, dubare dikin û dibêjin jin û jinên ciwan dê rolekê di çareserkirina mezintirîn pirsgirêkên serdema 21`an de bilîzin.

Dîsa em dubare dikin; ka em bi hev re sînoran derbas bikin û li aliyê rast ê dîrokê bisekinin. Ji ber ku pêvajo hesas û krîtîk e. Ji me tê xwestin ku hevgirtî bin da ku bi awayekî çalak tev li çêkirina dîroka me ya jinan, dîroka welatê me ya rojhilatî ya kevnar û dergûşa şaristaniyê bibin.”

Di Cotmeha 2020`an de “Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê” ji hêla gelek kesayet û nûnerên rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû ragihandin.

Însiyatîf hewl dide sûcên li dijî jinan , bi taybetî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan belge bike.

(şx)

ANHA