Arêtşa Tirk li gundewarê Amûdê erebeyeke sivîlan kir hedef-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Hasida yê dikeve rojhilatê navçeya Amûdê erebeyeke sivîlan kir hedef, hêzên Asayîşê û hêzên Rûsya ji bo derxistina sivîlan ji gund mudaxele kir.

Arêtşa Tirk li gundewarê Amûdê erebeyeke sivîlan kir hedef-HATE NÛKIRIN
6 adar, 2021   19:01
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Hasîda yên rojhilatê navçeya Amûdê û nêzî sînor e, erebeyeke sivîlan kir hedef.

Erebeya şêniyan bi 10 guleyan hate hedefkirin. Hêzên Asayîşê û hêzên Rûsyayê ji bo derxistina şêniyan ji gund mudaxele kirin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayîşê dane, di êrişê de kuştî û birîndar tunene.

Artêşa Tirk a dagirker li gundên nêzî sînor sivîlan dikin hedef, da ku wan bitirsîne û wan neçar bikin ku dev ji gundên xwe berdin.

ANHA