Radyoya "Dengê Sacûr Fm" hate vekirin

Li bajarê Minbicê bi merasîmekê Radyoya "Dengê Sacûr Fm"  hate vekirin.

Radyoya "Dengê Sacûr Fm" hate vekirin
Radyoya "Dengê Sacûr Fm" hate vekirin
Radyoya "Dengê Sacûr Fm" hate vekirin
6 adar, 2021   18:03
MINBIC

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê, endamên saziyên leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/06/171849_mhmd-aly-alabw.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: "Sacûr sembolahezkirin, buhar û her tiştên ku jiyanê didin e. Em bi hêvî ne ku kesên li ser xebatê vê radyoyê disekinin ku kar û xebatên wan li gorî vî navî be, her wiha bi hêvî ne ku ev radio ne tenê ji bo bajarê Minbicê be, di heman demê de ji bo tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê be."

/ar/uploads/files/2021/03/06/171913_sybylya-abrahym.webp

Bi navê Yekitiya Ragihandina Azad, rojnamevana ajansa Jin news'ê Sîbîlya Îbrahîm diyar kir ku ew rojnamevanên Minbicê hewl dide xebatê ragihandinê li Minbicê pêş bixînin û bibin dengê tevahî pêkhateyên bajarê û dengê jinên azad.

Radyoya "Dengê Sacûr Fm" dê li ser pêla 7.107 weşanê bike, dê bernameyên siyasî, çandî, civakî bi zimanên tevahî pêkhateyên Minbicê, Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkman beweşîne.

Ev radyo navê xwe ji çemê Sarûcê yê ku di Minbicê re derbas dibe girtiye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UcLRx5_UvmE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>