Li Lubnanê erebeyekê da nav xwepêşanderan

Li Lubnanê  erebeyekê da nav xwepêşanderan, di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li Lubnanê erebeyekê da nav xwepêşanderan
6 adar, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Şiwêfan a başûrê Lubnanê erebeyekê da nav komeke xwepêşanderan  ku rê qut dikirin.

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku hêzên ewlehiyê ajokarê erebeyê girt, lê tu agahî li ser nasnameya wî bi dest neketin.

Li Lubnanê xwepêşandanên  ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî û aborî, binkeftina nirxê lîreya lubnanî li hemberî dolar  didomin.

(fr)