ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2021
5 adar, 2021   00:00

-Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê bi boneay 8'ê Adarê meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya Akademiya Civaka Demokratîk dest pê dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- 8 sal e çarenûsa Mihemed Elo ne diyar e ku ji aliyê milîsên Parastina Nîştimanî (Dîfa El-Wetenî) ve li Laziqiyê hate girtin. Malbata wî li ser hêviya dîtina wî jiyana xwe didomîne. Birayê wî piştrast dike ku hêzên hikumeta Şamê gef li wan xwarine ku êdî li dû wî negerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarekî QSD’ê Milîtan Çiya diyar kir ku tevî navçe di warê cografîk de biçûk e jî, lê belê gel saziyên xwe birêxistin kiriye û meclis ava kirine û destnîşan kir ku ew yek yekitiya gel nîşan dide û got:" Gelê Kurd û Ereb li vir bi yekitiya xwe helwesta xwe nîşan da.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome got:"Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe. Di qada siyasî, dîplomasî û civakî de jinan şoreşek ava kir û li hemberî zihniyetên cuda û hemû rengên gef û êrişan têkoşiyan. Ev têkoşîn wê bibe malê hemû cîhanê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Hêzên Parastina Civakê yên navçeya Zirganê yên li eniyên şer gotin ew bi rêya pêkanîna erkên xwe di parastina ewlehiya herêmê de, Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin û piştrast kirin ku ev roj ji bo wan û tevahiya jinan rojek pîroz e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê pêşangeheke wêneyên rêber Abdullah Ocalan li navenda çand û hunerê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemdan El-Ebid diyar kir ku berdewamkirina dewleta Tirk a dagirker ji kêmkirina ava Firatê re, bandoreke neyênî li herêmê dike. Hemdan El-Ebid bêdengiya hikumetên Şamê û Iraqê yên ji sûcên dewletên Tirk ên li dijî gelê herêmê pêk tîne, şermezar kirin û got divê dewleta Tirk peymana 1987`an pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd Hisên El-Elî got:" Planên hêza garantor Rûsya û dewleta Tirk bi saya berxwedana QSD û vîna gelên herêmê bi bin ketin. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya sûcên xwe hewl dide Mîsqa Millî vejîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel got “Rastiyeke hikumeta li Tirkiyê heye ku di dîplomasiya xwe de têk çûye, di destwerdana xwe ya li Rojhilata Navîn de têk çûye û di polîtîkaya xwe ya Sûriyê de bi temamî têk çûye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Salek di ser peymana  Rûsya û dewleta Tirk re derbas bûn ku di 5’ê Adarê de îmze kiribû. Ew peyman dikeve rêzelihevkirinên “herêma bêçek” ku tenê wekî makanîzemeyekê ji bo parvekirina serweriyê li ser xaka Sûriyê ye. (BI WÊNE).

DOSYA

- Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êrişên xwe yên li dijî hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê zêde kirine. Pisporekî karûbarên komên terorîst teqez kir ku dewleta Tirk cîhadiyan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin hevalbendê her serketineke terorîstan li Sûriyê û Iraqê ye. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Îsal Tevgera Kevana Zêrîn a Şehbayê dê 8`ê Adarê bi 8 pêşandanên hûnerî pêşkêş bike, di heman demê de Navenda Cemîl Horo ya li Helebê û Mihemed Şêxo ya li Qamişlo amadekariyê vê rojê bi rengekî nû û xwedî taybetmendiyeke jinan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê nivîsgeha Avdanê ya Reqayê Fadil Mustefa got kêmbûna rêjeya ava Firatê dê bi awayekî neynî mezin bandorê li projeyên çandiniyê yên avdayî bike û desnîşan kir ku dewleta Tirk dest bi siyaseta birçîkirina herêmê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi berdewamkirina siyaseta kêmkirina ava Firatê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gelê gundewarê bajarê Kobanê gazinan ji sekinandina hin karan û vegera rewşa debarê ya li gundên nêzî berava çem dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA