Li ser agirbesta Idlibê salek derbas bû, lê parvekirina serweriyê didome

Salek di ser peymana  Rûsya û dewleta Tirk re derbas bûn ku di 5’ê Adarê de îmze kiribû. Ew peyman dikeve rêzelihevkirinên “herêma bêçek” ku tenê wekî makanîzemeyekê ji bo parvekirina serweriyê li ser xaka Sûriyê ye.

Li ser agirbesta Idlibê salek derbas bû, lê parvekirina serweriyê didome
5 adar, 2021   04:52
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladmir Putin di 5`ê Adara 2020`an de li Moskovê peymana agirbestê ji bo parêzgeha Idlibê îmze kir.

Ew peymana wekî berdewama peymana Soçî ya 2018`an bû, ew yek ji ber şerê mezin û êrişa hêzên hikumeta Şamê ya bi piştevaniya Rûsyayê ya serwerîkirina li ser rêya sereke li parêzgehêpiştî, pêk hat. Lê piştî 33 leşkerên dewleta Tirk di êrişa 27’ê Sibata 2020’an de hatin kuştin, şerekî yekser li hember hêzên dewleta Tirk re rû da.

Peymana ku hatiye ragihandin, piştî civîna 6 saetan a di navbera Erdogan û Putin de bû ku wezîrên her du welatan bi civîneke çapemeniyê xwendin. Di peymanê de 3 xalên sereke hatin diyarkirin: Agirbest ji 6`ê Adara 2020`an de dikeve meriyetê, korîdoreke biewle dê li ser dirêjahiya rêya navneteweyî M4 (Heleb-Lazîqiyê) bi kûrahiya 6 km li bakurê rêyê û 6 km li başûrê rêyê were avakirin, ji 15`ê Adarê ve dewriyeyên hevbeş ên Rûsya-Tirkiyê li ser rêya navneteweyî ji bajarokê Ternebê (rojavayê Seraqib) û heta bajarokê Eyn Hor (gundewarê Lazîqiyê) werin meşandin.

Li gorî çavdêran;  peymana dawî wekî hewldaneke Rûsya-Tirkiyê ji bo rizgarkirina lihevkirinên berê yên her du aliyan bû, ku bi Astanayê di destpêka 2017’an dest pê kir, peymana Soçî ya 2018’an. Li gorî bendên peymana Soçî ya 2018’an divê" herêma bêçek" a Idlibê were rizgarkirin, piştî ku hêzên hikumeta Şamê bi peymanekê di 2017’an de serweriya li derdora Şamê, Deraa û Humisê kir.

Destpêkirina van peymanan vedigere senaryoya "Astanayê" ku tu çareserî ji aloziya Sûriyê re neanî, berovajî wê alozî bi kar anî. Di gera 4`an a Astanayê de ku 2017`an li dar ket, peymana “herêma bêçek” pêk hat. Armanc jê jî vegerandina serweriya hêzên hikumeta Şamê li ser rûpîvanên berfireh ên xaka Sûriyê bû, ku hikumetê bi destekdayîna Rûsya û Îranê nikarîbû wê yekê bi şer bike.

`LIHEVKIRINÊN KU RÛDANA BÛYERAN GUHERTIN`

Nivîskar û analîzvanê siyasî Hisên Umer got: "Pirsgirêka sereke di peymanên bi vî rengî de ye, divê em hinekî paş de vegerin û bibînin ka çi di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de çêbûye da ku di dawiyê de bigihîjin gelek lihevkirinên di warên dîplomatîk, aborî û leşkerî de û li Sûriyê li ser gelek mijarên hevbeş li hev bikin û paşê behsa lihevkirinên herêmên bêçek bikin.”

Umer wiha domand: "Piştî xistina balafira Rûsyayê, şêweyê destwerdana li Sûriyê hate guhertin û xeta qaşo bi navê şoreşa Sûriyê hat guhertin û rewşa li Sûriyê bi giştî veguherî nakokiyekê di navbera 3 aliyan de; hêza li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê û Îtîlafa Sûriyê û aliyê sêyemîn Rûsya û hikumeta Şamê. Destpêkê şerekî rasterast di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û her du aliyên din de tune bû. Lê xema dewleta Tirk a tekane ya ji destpêka mudaxeleya wê di Sûriyê de ew bû ku gelê Kurd ên li bakur û rojhilatê welêt azadiya xwe bi dest nexe. Ji bo vê yekê dewleta Tirk gelek lihevkirin bi aliyên din ên aloziyê re çêkirin mîna herêmên bêçek ên li Sûriyê."

BIHEVGUHERTINA HEGEMONÎ Û DAGIRKIRINÊ

Li gorî peymana "herêmên bêçek" ku di navbera 4 herêman de bûn, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi fermana Tirkiyê êrişên li eniyan rawestandin, lê dema hêzên hikumeta Şamê êrişî herêmekê dikirin, Rûsya destwerdan dikir û lihevkirin pêk dianîn û piştre çete û malbatên wan vediguhastin herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine.

Ev siyaset li gundewarên Şam, Humis û Helebê hatin meşandin. Li beramberî wê jî dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Umer ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Destpêk li Helebê û derdora wê bû, piştre pêş ket û li ser Deraa, Humis, Zebadanî û herêmên din pêk hatin. Ev herêmên ku piranî di bin destê komên çekdar de bûn, dewleta Tirk bi rêya lihevkirinê dualî û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ew herêman ji wan koman vala kirin û radestî Rûsyayê kirin ku wê jî radestî hikumeta Şamê kirin. Ev yek piştî xistina balafira Rûsya û lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de pêk hat."

Umer li ser berjewendiyên her du dewletan wiha axivî: "Xema Rûsya berjewediyên wê li Sûriyê ye, xema dewleta Tirk jî ew ku ku Kurd neghêjin mafên xwe yên mirovî û yên neteweyî ku li Tirkiyê û li gelek dewletên cîran ên din û di nav de Sûriyê jî hatiye bêparkirin.”

Umer diyar kri ku dewletaTirk bi Rûsyayê re xebitî û di gelek mijaran de li "herêmên bêçek" an jî li derveyî Sûriyê tawîz dan, da ku desteka Rûsyayê bi dest bixe, da ku weke idîa dike kaniya xeteriya li ser ewlehiya wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Umer wiha domand: "Bê  guman ev kaniya ku idîa dikin ku li ser wan xeterî ye, tu carî li ser ewlehiya wê ya neteweyî nebûye metirsiyek. Lê berovajî wê li hemberî îhtîmala pêkhatina êrişên terorî li Tirkiyê bendaveke asê bû. Lê dewleta Tirk ew kir bihane û Rûsyayê jî sûd ji îmzekirina gelek lihevkirinên bazirganî yên mezin girt bi taybet di warê xetê gazê de ku dê di Tirkiyê re derbas bibe û bigihêje Ewropayê. Ev jî bû sedema ku herdu alî gelek lihevkirinên herêmên bêçek îmze bikin."

'DEWLETA TIRK SÛDWAR E'

Umer li ser peymana dawîn ev nirxandin kir: "Yên ku bi rastî sûd jê wergirtine dewleta Tirk e ne gelê Sûriyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk vê herêmê bi kar tîne da ku di serî de bandora xwe xurt bike û ajandayên xwe li ser komên çekdar ên Sûriyê ferz bike, ku ew kom bi piştevanî û peymana Rûsya li wir kom kirine. Dê ev kom di rojekê de biteqin û xeteriyeke mezin li tevahî herêmê ava bike.

Ev erdnîgarî niha tenê berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne û vê carê Rûsya winda kir. Rûsya daxwazên dewleta Tirk pêk anîn, lê dewleta Tirk daxwazên Rûsyayê mîna vekirina rêya M5 bi cih neanîn."

LIHEVKIRINÊN BERDEWAM

Der barê çarenûsa van lihevkirinan de, Umer da zanîn ku tiştek li ser zêde nabe. Ji ber ev lihevkirin di navbera du hêzên serweriya xwe li ser xaka Sûriyê dikin de çêdibin û ji ber ku hin hêzên din dixwazin destwerdanê bikin, dê ev hêz bi hev re têkildar bin.

Umer destnîşan kir ku tevî ku her aliyekî dixwaze serweriya xwe li Sûriyê zêde bike, dê xetên têkiliyê bimînin û nakokiyeke veşartî di navbera her du aliyan de heye û wiha domand:" Her kes dixwaze zêdetir qezenc bike, lê heta vê kêliyê Rûsya berjewendiyên ku dixwaze bi dest nexistine. Rast e Rûsya bi rêya peymanên bi dewleta Tirk re yên di 2015’an de û heta vê kêliyê piranî xakên Sûriyê li rejîmê vegerandin, lê belê ev encam ne baş bûn yan jî ne li gorî ku rejîmê yan jî Rûsya texmîn dikir, bû.

Umer girêdayî mijarê diyar kir ku encamên baş dikarîn komên ku gef li hebûna rejîma Sûriyê dixwarin bi dawî bibûna, lê belê ev kom man û bi hêz in, lê berovajî wê bi rêya peymanên ku di navbera Rûsya û dewleta Tirk de çêbûne, Rûsya hişt ku dewleta Tirk rûberên fireh dagir bike, mîna Ezaz, Cerablus û piştre Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Ev herêm bi erêkirina Rûsyayê ye ya ku hewl nedaye dewleta Tirk sînordar bike, hatin dagirkirin. Ew jî bi sedemên têkiliyên aborî û leşkerî yên tevlihev û hebûna nakokiya di navbera her du aliyan de li Lîbyayê, li Kefkasya, di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de û herêmên dîtir ên cîhanê, ne."

Umer got pêşeroja vê peymanan bi taybet li "herêma bêçek" a Idlibê dê heta siyaseta Amerîkayê ya nû eşkere bibe, veşartî bimîne û got:"Diyar e ku siyaseta Amerîkayê ya nû jî dê bibe piştevanê helwesta dewleta Tirk li Sûriyê bi rêya piştgiriya helwesta wê li Idlib, herêmên Cerablus û Ezazê û provokatorkirina dewleta Tirk li dijî Rûsyayê. Erdogan jî di vê demê de vê yekê dixwaze, ji ber ku pêdiviya wî bi piştevaniya DYA’yê heye û Rûsya jî hewl dide mijaran di vê demê de hêdî bike û naxwaze şerê leşkerî bilind bike û dewleta Tirk zêdetir aciz bike."

Umer di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ez texmîn dikim ku dê rewş di vê demê de di cih de bimîne, lê piştî hilbijartinên serokatiyê yên rejîma Sûriyê çêbibin û dûvre jî dibe ku guhartin di danûstandina Rûsya û dewleta Tirk de jî çêbibin, her wiha dê li rejîma Şamê ya bi rêya hilbijartinên nû bê nêrîn, dê ew jî nêrîneke din bide çavdêran an jî planên dîtir di navbera aliyên Rûsya û dewleta Tirk de li ser rewşa Sûriyê çêbibin."

 ‘DEWLETA TIRK LIHEVKIRINAN DERFET DIGIRE, DA KU HEBÛNA XWE BISEPÎNE’

Nivîskar û analîzvanê siyasî Hisên Umer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk van lihevkirinan derfet digire, da ku hebûna xwe li tevahî herêmên Sûriyê, bi taybet li Efrînê bisepîne. Dewleta Tirk ji berê ve li vê yekê digerî, da ku vê herêma bi xwezaya xwe dewlemend e û gelê xwe zêdetirî ji sedî 95 ji şêniyên wê Kurd bûn qut bike. Ji lew re dewleta Tirk bi rêya guhartina demografiyê ya ku li Efrînê pêk aniye, herêma têk bir. Di dema pêş de dê rewş ne li gorî berjewendiyên Rûsyayê be jî li gorî berjewendiyên rejîma Sûriyê be, lê belê dibe rewş girêktir bibe."

SEPANDINA SÎNORÊN SERWERIYÊ

Li aliyekî din jî analîzvanê siyasî û rojnamegerê sûrî Malik Hafiz wiha got: "Bê gûman lihevkirina Moskove ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a par de çêbûye agirê ku dê li tevahî bakurê rojavayê Sûriyê çêbibûya vemirand, li gel wê jî heke êrişên leşkerî ranewestîna, dibe ku Washingtonê destwerdan bikira. Bi wê lihevkirinê re herêmên serweriyê hatin sepandin."

Hafiz da zanîn ku bi peymanê re lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê yên hevbeş li Sûriyê hat tacîdarkirin. Ev jî nayê wateya ku lihevkirinên kûr ên bibawear di navbera her du aliyan de hene, lê ev lihevkirin pêwîst û berjewendî ne û sînorê Sûriyê derbas kirin.

Hafiz diyar kir ku di wê demê de peyman ji bo Rûsya serkeftinek bû, lê tevî hewldana dewleta Tirk a bersivdan û tawîzdayîna li derveyî sînorê Sûriyê, lê wê serkeftinê gelek destkeftî ji Rûsyayê re pêk anîn, mîna destkeftiyên siyasî û leşkerî û nuqteyeke girîng di stratejiya Rûsyayê de li Sûriyê ava kir û ew jî bû destpêkirina destwerdana li dewletên herêmê.

Hafiz got:"Peymanê hişt ku Rûsya serweriya xwe li herêmên fireh ên bakur bike û wê jî helwestên wê yên dîplomasî yên têkildarî Sûriyê di gelek civînên navneteweyî de, xurt bikin. Niha jî û piştî pandemiya vîrusa Koronayê û aramiya li eniya Lîbyayê, Azerbaycan-Ermenistanê, tê texmînkirin ku ev peyman di dema pêş de pêşdeçûnên xwe yên girêdayî dosyaya terorê geştir bike. Putin û Erdogan bi rêya telefona dawîn a gera Astanayê li ser pêşdeçûna li hember dosyaya terorê li hev kir. Vê yekê hişt ku pêşdeçûnên di demên pêş de yên li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê li gorî peymana Moskovê, nexşe bike."

 ‘HILWEŞÎN NE TEXMÎNKIRÎ YE’

Der barê çarenûsa peymanê de Hafiz wiha gotina xwe berdewam kir: "Nayê texmînkirin ku peymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk de bi sedema gelek hêmanan were hilweşandin, jê jî hatina rêveberiya Amerîkayê ya nû ya li serweriya Koşka Spî, dibe ku rêbazên tund li dijî Rûsya û dewleta Tirk bi xwe re bîne û ev yek jî îhtîmaleke ku her du alî ji hev nêz bibin û ji wê zêdetir jî hedefên hevbeş wan her du aliyan di pêşerojê de li hev dicîne. Li gel wê jî armancên din hene ku dê her du alî ji hev nêz bibin, jê şerkirina terorê yan jî jevkirina wê û tevlêkirina li hêzên xwe yên li bakurê rojavayê, başbûna rewşa aborî li herêmê."

Hafiz axivî ku Rûsya hewl dide têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bi kar bîne, da ku projeyên xwe yên siyasî û aborî çi girêdayî jinûveavakirinê dibe yan jî girêdayî vegera koçberên sûrî dibe pêk bîne,.

 ‘ARMANC BIDAWÎKIRINA NAKOKIYAN E, NE BIDAWÎKIRINA ŞER E’

Lêkolînera têkiliyên navneteweyî, Dr. Ebîr Heyalî wiha got, Rûsya û dewleta Tirk di 5’ê Adara 2020’an de peymanek îmze kir, da ku her du alî bi yekser li Idlibê bi hev re şer nekin.

Dr.Ebîr Heyalî wiha domand: " Tevî hin binpêkirinên ji aliyê Sûriyê de ku serweriyê li herêmê bike, vê peymanê şerê leşkerî li herêmê cemidand. Ew jî piştî komên terorî yên bi piştevaniya dewlet aTirk herêma stratejî Seraqib zirar kir."

Dr. Ebîr Heyalî da zanîn ku diyar e ku armanca peymana di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ne tenê girêdayî agirbesta li Idlibê ye, di heman demê de dikeve xizmeta rawestandina nakokiya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de. Her wiha got: "Her du alî jî nakokî heta parçeyî be jî, rawestandin. Ji lew re mirov dikare bêje ev peyman tektîkî ye. Bi wê re Rûsya di kişandina dewleta Tirk li nava danûstandinên siyasî de bi ser ket, xwe ji alava leşkerî bi dûr xist û dîsa li peymana Soçiyê vegerî."

Dr. Ebîr Heyalî da zanîn ku vê peymanê têkiliyên Rûsya û Tirkiyê parastin, hişt ku Moskovê kaxizên lîstoka xwe yên li ser erdê di navbera hevalbendên (Sûriyê û Îran) de vegerîne, li hemberê jî şirîkê xwe yê stratejî Enqere, heke demkî be jî, ji dest neda.

Têkildarî aliyê dewleta Tirk, Dr. Ebîr Heyalî ev nirxandin kir: "Tevî binketina wê di pêkanîna berjewendiyên xwe yên avakirin herêmeke ewle de, lê hewl da dengên opozîsyonê yên hundirîn yên redkirina rola Tirkiyê li Idlibê, bicemidîne û tu hincetên pêşerojê yên derbekirina AKP’ê nedan. Li gel wê jî pêşketina Rûsyayê ya li ser erdê rawestand û di têkiliyên xwe yên stratejîk ên bi Moskovê re di tevahî aliyan de kir. Ji lew re li gel tevahî aliyan berjewendiyên taybet hebûn û parastina wan kirin û ev peyman ne di çarçoveya berjewendiya Sûriyê de bû."

 ‘TEDBÎREKE DEMKÎ YE Û LI BENDA RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ YE’

Der heqê pêşeroj û çarenûsa peymanê de, Ebîr Heyalî axivî ku diyar e peyman wek tedbîreke demkî pêk hat ku aliyê Sûriyê hin destkeftî li ser erdê pêk anîn, bi wê re jî Rûsya û Tirkiyê parastina berjewendiyên xwe kirin û ew jî ne weke çareserkirina dawî ya dosyaya dîtir a "herêmên bêçek" li Sûriyê ye. Ev jî dihêle peyman mayînde be û nermbûnek di pêkanîna wê de hebe, dibe ku di pêşerojê de pêk bê.

Dr. Ebîr Heyalî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mîna hevalbendên dewleta Tirk û li vir ez li Ewropa diaxivim, heke me berjewendiyên hevbeş ên di navbera her du aliyan de girt dest, tevî nakokî û helwestên nû yên Amerîka û NATO’yê di gel rêveberiya Amerîkayê ya nû de ku hewl dide berfirehkirina Rûsyayê ya li herêmê derbe bike, dibe ku dewleta Tirk ji vê peymanê vekişe. Ew yek jî heke dewleta Tirk  piştevaniya Amerîka û Ewropa li ser helwesta xwe wernegirt, dê ji peymanê vekişe, yan jî heke lihevkirinek di navbera tevahî aliyên di dosyayên hevbeş ên Lîbya û Sûriyê de çêbû, dê şer bi awayekî parçeyî jî bi dawî bike û dewleta Tirk ji peymanê vekişe."

ANHA