Malbatên şehîdên Efrînê: Serdana itîlafê ji bo bazirgniya bi xwîna gel e

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî pêşwazîkirina PDK’ê ji nûnerên "Itîlafa Niştimanî ya Sûrî" re nîşan da û got: "Ev serdan ji bo bazirganiya bi xwîna gelê Rojava û derbekirina yekitiya kurdî ye."

Malbatên şehîdên Efrînê: Serdana itîlafê ji bo bazirgniya bi xwîna gel e
4 adar, 2021   18:39
ŞEHBA

Bi dehan ji malbatên şehîdan ên  herêma Efrînê li pêş navenda xwe ya li gundê Til Qirah ê Şehbayê kom bûn, malbatên şehîdan alên meclisê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankratên "Em malbatên şehîdan îxaneta ji xaka Efrînê re ji bîr nakin" hildan û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku AKP’ê û hevkarên xwe li ser asta hundirîn û derve, li Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî, binketina wê di Garê de û dorpêça siyasî ya ji tevahî dewletên herêmî û cîhanê de azarên krîzeke kûr dikişîne, ji wê zêdetir sûcan li dijî gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, dixwaze van krîzan bi rêya şandina Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî ji Başûrê Kurdistanê re rewabûnekê bide sûcên xwe. Heta niha dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî pêk tîne û bi wê re tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî pêk tîne.

Bi van sûcan serbilind û kêfxweş in, lê tê zanîn ku ev sûc û binpêkirin nakevin berjewendiyên gelên Kurd û Ereb û li hember azadî, aştî û ewlehiya herêma me asteng e. Nîşaneya vê serdanê ji Başûrê Kurdistanê û PDK’ê re bazirganiya bi doza Kurd û Erebe e, ev serdan jî bi nêzbûna salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê pêk hat, da ku rûyê tarî yê terorê bi terora siyasî spî bike û AKP’ê razî bike, da ku siyaseta înkar û qikirinê pêk bîne. Ev tevahî jî ji bo têkbirina destkeftiyên bi saya şehîdên azadî û demokrasiyê pêk hatine û derbekirina projeya neteweya demokratîk e.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi tundî serdana qaşo Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî ji Başûrê Kurdistanê re şermezar dikin û siyaseta bazirganiya bi mafên gelê me ku hestên kîn, nefretê û fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de pêk tîne, red dikin.

Ji lew re em bang li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe ya welatparêziyê ya redkirina siyaseta înkar û qirkirinê eşkere bikin, da ku van komployên li dijî gelê me yê li tevahî Kurdistanê hilweşîne û soz didin gelê xwe ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin, da ku van komplo û planên li dijî gelê me têk bibin. Ji ber parastina nirx û destkeftiyên şehîdan berpirsiyareke dîrokî ye ku dikeve ser milê me."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina şehîdan û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/07kEVn7sYRE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>