Nivîskar Rezo Osê li Qamişlo hat bi bîranîn

Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê nivîskar Abdulrezaq Elî Osê (Rezo Osê) di salvegera 11'an a wefata wî de bi bîr anî.

Nivîskar Rezo Osê li Qamişlo hat bi bîranîn
Nivîskar Rezo Osê li Qamişlo hat bi bîranîn
Nivîskar Rezo Osê li Qamişlo hat bi bîranîn
Nivîskar Rezo Osê li Qamişlo hat bi bîranîn
4 adar, 2021   18:55
QAMIŞLO

Bîranîna li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, nivîskar, kesayetên siyasî û xizmên nivîskar Rezo Osê hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre  axaftin hatin kirin. Nivîskar Berzo Mehemûd hin gotinên nivîskar Rezo Osê û nirxandinên wî yên der barê zimanê kurdî de bi bîr xistin û wiha got: "Rola Rezo Osê di avakirina rewşenbîrên Kurd li Sûriyê de pir girîng bû û koça wî dawîn ji bo min pir bi êş bû, ji lew re min pirtûkek li ser wî nivîsand."

Li aliyekî din jî Dr.Mihemed Elî Ebdî yê ku ji xizmên nivîskar Rezo Osê ye li ser Rezo Osê axivî û hin rêwîtiyên wî yên jiyanî bi bîr xistin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, hin helbestên nivîskar Rezo Osê hatin xwendin.

Çalakî bi belavkirina pirtûka bi navê "Rezo Osê" ye nivîskar Berzo Mehemûd li beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA