Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit

Bi durişma "Bi berxwedana Arîn û Barînan me dest pê kir, bi siyaseta Hevrîn û Zehrayan me li ber xwe da û bi vîna Seida û Hind em ê bi serkevin" Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panele li dar xist. Di panelê de rola jin di siyaset, rêveberî û parastinê de hate nîqaşkirin.

Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin panelek li dar xit
4 adar, 2021   18:21
REQA

Semîner li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed bi rêya internet, gelek kesayetên jin ên serbixwe, endamên partiyên siyasî, hiqûqnas, nivîsgeh û komîteyên jinan ên herêmên Efrîn, Cizîr, Firatê, bi giştî 150 jin beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre bernameya panelê hate eşkerekirin. Panel ji 3 beşan pêk tê. Beşa yekemîn  "Jin û siyaset" ji aliyê seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ve hate birêvebirin, beşa duyemîn a li ser "Jin û rêveberî" ji aliyê Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidor ve û beşa dawî ya "Jin û parastin" ji aliyê Hevseroka Nivîsgeha Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan Mihemed ve hate birêvebirin.

'SIYASET GIRÊDAYÎ JIN Û CIVAKÊ'

Îlham Ehmed a bi rêya bernameya Skype beşdarî panelê bû, mijara yekemîn a girêdayî jin û siyasetê şîrove kir.

Îlham Emed diyar kir ku têkiliyên siyasetê bi hemû qadên jiyanê re hene, lê rêjeya beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de ji dewlet heta dewleteke din û ji civakan ji hev cûda ye, ev yek girêdayî sîstem, qanûn, nirx û fikirên civakê.

Îlham da zanîn ku di demên dawî de bangên beşdarkirina jinan di qada siyasî de zêde bûn û wiha pê de çû:" Mijara siyasetê bi civak, jin û ferd ve girêdayî ye, nabe ku em bi beşek biçûk an beşekî diyarker di hundirê dewletê de girê bidin."

'JIN RENGEKE DA DEMOKRASIYÊ'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê behsa beşdarbûna jinên Sûriyê di siyasetê de kir û wiha domand: "Jinên Sûriyê, bi netewe, ol û etnîkên cûda beşdarî gelek kongreyên cîhanê yên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de bûn û dikarîn rengê demokrasiyî bidin van têkiliyan."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha got: "Divê em bizanibin ku ne ji zanebûna jinan ba ev serkeftin nedihatin bidestxistin. Jinan ji xwe dest pê kirin, xwe bi rêxistin û perwerde kirin ta gihaştin azadiyê. Serkeftinên heyî û rewşa niha berhemên ked û têkoşîna jinan e, ji ber vê yekê taybetmendiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku şoreşa jinan e."

'SERXISTINA RÊVEBERIYÊ GIRÊDAYÎ AZADKIRINA JINAN'

Di mijara duyemîn de Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro axivî û destnîşan kir ku jinek beşek sereke ya avakirina civakên mirovahiyê ne, civakê ava dike û perwerde dike, lê di dîrokê de rastî gelek astengiyan hat û wekî zayenda duyemîn ku ji bo kêfê û pêkanîna pêwîstiyên mêran hatî afirandin, lê dinêrîn.

Cîhan diyar kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re û di bin banê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinan dikarîn xwe di her qadan de îsbat bikin û ji her kesî re eşkere bûn, ku misogeriya serketina rêveberiyê di radeya yekemîn de girêdayî azadiya jinan û beşdarbûna wan a aktîv di hemû qadên jiyanî, civakî, siyasî, sazî û leşkerî û rêveberî de ye.

Girêdayî mijarê, seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Debiya El-Nasir got: "Tecrûbeya jinan li van herêman nû ye, êriş li ser herêmên hene, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo derbarkirina şoreşa jinan e. Ji ber vê yekê divê jin mafên xwe biparêzin da ku civakeke exlaqî û polîtîk û demokratîk misoger bibe."

'DIVÊ JIN ROLA XWE DI HÊZA LEŞKERÎ DE DIYAR BIKIN'

Girêdayî mijara sêyemîn a "Jin û Rêveberî", Hevseroka Nivîsgeha Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan Mihemed axivî û diyar kir ku divê jin xwe biparêze û xeta têkoşînê bipejirîne da ku xwe û cihê xwe di civakê de îsbat bike.

Beyam Mihemed di dawiyê de ev peyam da jinan: "Divê her jineke rola xwe di hêza leşkerî de bide xuyakirin, ji ber bingeha her xebateke siyasî ye. Ji bo ku rola jin di siyasetên bê de neyê paşguhkirin divê di her qadên jiyanê de xwedî roleke aktîv be."

ANHN