Li gelek bajaran 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dansaîna Roja Cîhanê ya Jinan rêze çalakî li dar xistin.

4 adar, 2021   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi diruşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" tên lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Mamosteyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dibistana Şehîd Cahîda  Ronak û Hola Nadî Siyahî ya navçeyê bi beşdarbûna mamosteyan du semîner organize kir.

Semînera li dibistana Şehîd Cahîda Ronak ji aliyê hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ve û ya li hola Nadî Siyahî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Gulîstan Gulo ve hatin birêvebirin.

Semîner bi deqeya rêzgirtin dest pê kirin, Perwîn Yûsif û Gulîstan Gulo li ser dîroka 8'ê Adarê semîner dan.

Di semînerê de hate gotin, mamoste bingehê avakirina civaka azad û demokratîk in.

Her wiha behsa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û hate gotin: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wateyên rizgarkirina jinê hilgirt, ji ber ku jin hêmanê sereke di civaka me de ye, lê gelek pergal di nav de hikumeta Şamê, hîna qanûnên ku azadiya jinan asteng dikin, hildigirin, divê tevahî civak bibe hevkar da ku zihniyeta baviksalarî bi dawî bibe."

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

ÇILAXA

Girêdayî heman mijarê, şaneyeke ji Kongreya Star a Çilaxa ya kantona Qamişlo serdana navdên      QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Di serdanê de behsa rola hêzên ewlekariyê di pêkanîna aştî û aramiyê de hate kirin, ku azadiya jinan bingehê ji xwe re girtin.

HELEB

Li Helebê jî Nivîsgeha Meclisa Jinan a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, belavokên girêdayî 8'ê Adarê, armancên Meclisa Jinan a Sûriyê, li mamoste û jinên di nava saziyên civaka sivîl de kar dikin, belav kirin.

Her wiha gul diyarî mamosteyên tevahî dibistanên taxên Şêxmeqsûd a Rojava û ya Rojhilat û Eşrefiyê kirin.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê ya nivîsgeha Helebê, Heyfa Hesen axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku ji ber keda mezin a mamosteyan ku nifşan ava dikin me serdana wan kir û gul diyarî wan kir

REQA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/KktIYkdTX7U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi dehan jin, şahiyeke li navenda Rêveberiya Jinan hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê Hefîza Mihemed û bi navê Rêveberiya Jinan Solîn Reqa axivîn, di axaftinan 8'ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî zihniyeta baviksalarî hate kirin.

Dayika şehîd Îbrahîm El-Xelef ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, helbestek li ser şehîdan xwend.

Piştre Meclisa Şehîd Ehmed Canim, Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî, Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û Meclisa Jinan a Sûriyê diyarî li endamên Rêveberiya Jinan kirin.

TEBQA

Bi heman armancê, Rêveberiya Jinan Tebqayê bi beşdarbûna bi sedan jinên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî  konê kevneşopî li pêşiya Akademiya Adar Harûn a Jinan vegirt.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Rêveberiya Jinan Zeyneb Mihemed, endama Rêveber a Meclisa Jinan a bajarokê Ebû Aasî Meryem Osman bi xêrhatina beşdaran kir û  got: "Bi rêya vê konî em çand û kevneşopiya xwe xuya dikin."

Her wiha xwarinên gelêrî hatin amadekirin. Di kon de kardestiyên jinan û çanda herêmê hatin pêşandan.

DIRBÊSIYÊ

Li Jinwar a navçeya Dirbêsiyê şahiyeke hate lidarxistin û dar hatin çandin

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinên têkoşer pîroz kir û got: "Jin li tevahî cîhanê ji bo mafê xwe û pêkanîna edalet û wekheviyê têdikoşe."

Dayika şehîd Hevrîn bal kişnd ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî qadan de gelek serkeftin bi dest xistin, ji ber vê yekê ev şoreş bi şoreşa jinan tê naskirin. Roja 8'ê Adarê roja aştî, azadî û têkoşîna hemû jinan e. Divê tevahî jinên cîhanê ji bo pêkanîna wekhevî û edaleta jinê tê bikoşin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA