Ji "Komîteya Şopandinê" têkildarî ewlehiyê biryarên girîgn

"Komîteya Şopandinê" civîna xwe ya sêyemîn bi girtina biryaran têkildarî dosyaya ewlehiyê bi dawî bû. Li gorî endamê Komîteya Ewlehiyê ji biryarên hatine girtin dê nivîsgeha kar û barên girtiyên li cem Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê were vekirin.

Ji "Komîteya Şopandinê" têkildarî ewlehiyê biryarên girîgn
4 adar, 2021   16:38
HESEKÊ

"Komîteya Şopandinê" civîna xwe ya sêyemîn bi beşdarbûna 16 delegeyên komîteyê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka MSD`ê Emîna Omer û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş li bajarê Hesekê li dar xist.

Civîn ji ragihandinê re girtî hate lidarxistin. Piştre endamên komîteyên Îrdarî, Komîteya Aborî, Komîteya Ewlehî, raporên xwe yên mehane xwendin û pêşniyarên xwe pêşkêşkirin.

Têkildarî biryarên ku di civînê de hatine girtin, endamê Komîteya Ewlehî ya "Komîteya Şopandinê" Sabit Cewher ji ANHA'yê re axivî.

Cewher diyar kir ku wan li ser gelek xalên girîng têkildarî dosyaya ewlekariyê li hev kirin, bi taybet mijarên girêdayî girtiyan û wiha domand: "Me li ser vê biryarê li hev kir, ku mafê tu aliyên ewlekariyê nine ku bêyî destûra dozgeriyê bigire ser cihekî an kesekî bigire, ev yek dosyayên terorê di nav xwe de nagire û piştgî girtinê divê dadgeh were agahdarkirin."

Cewher got, dema lêpirsînê 48 saet in, bi destûra dozgeriyê divê were dirêjkirin, têkildarî mijara terorê jî lêpirsîn hefteyeke û bi destûra dozgeriyê dibe ku mehekê dirêj bike.

Sabit Cewhet her wiha diyar kir ku li fermandarî û navendan nivîsgeha kar û barên girtiyan li gel Hêzên Ewlekariyê Hundirîn hatiye avakirin û dê piştî 3 rojan ji girtinê malbatên girtiyan werin agahdarkirin.

Li gorî çavkaniyên di hundirê civînê de, li van xalên din li hev kirine:

-Piştî bidawîbûna dema lêpirsînê, girtî dê di bin berpirsyartiya rêveberiya girtîgehê de be.

-Piştî bidawîbûna dema lêpirsînê, dosyaya girtiyan dibe berpirsyartiya Meclisa Edadletê.

-Li meclisên edaletê yên tevahî herêman Nivîsgehên Kar û Barên Girtiyan tên vekirin.

-Ji bilî dosya terorê, beriya girtinê dê agahdarnameyek ji kesê were girtin re, were şandin.

 ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/nSPl_z45oPo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>