Li Helebê panelek bi boneya 8'ê Adarê hate lidarxistin

Bi durişma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye'', Nivîsgeha Jin a MSD'ê ya Helebê panelek ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li dar xist.

Li Helebê panelek bi boneya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Helebê panelek bi boneya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Helebê panelek bi boneya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Helebê panelek bi boneya 8'ê Adarê hate lidarxistin
6 adar, 2021   16:03
HELEB

Panel li kafetîriya Tela ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna nûnerên jin ên saziyên sivîl, partiyên siyasî, nivîsgehên jin ên MSD'ê yên herêmên Cizîrê û Şehbayê û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Panel ji du beşan pêk dihat, beşa "Dîroka jinên Sûriyê ji destpêka sedsala 20'î heta roja niha" ji aliyê hevseroka MSD'ê Emîna Omer ve hate şîrovekirin, beşa "Rewşa jinên Sûriyê di şoreşa Sûriyê de" ji aliyê endama rêveber a nivîsgeha Jin a MSD'ê Zeyneb Qenber ve hate şîrovekirin.

Hevseroka MSD'ê Emîna Omer li ser mijara yekemîn semîner da, destnîşan kir ku jin hewl didin mafên xwe vegerînin, zilm û bindesteyê li ser xwe rakin û got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve jinan xeta xwe ya têkoşînê li hemberî rejîma Sûriyê didomînin, ku li dijî wê hemû cûre zilm û bindestê ferz kir. Jin beşdarî tevahî qadên şoreşê siyasî, aborî, civakî û leşkerî bûn."

Têkildarî rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer wiha axivî: "Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an ku bi şoreşa jin tê naskirin, jinan têkoşîna xwe bi awayekî zelal ragihand, wekî Kongreya Star a ku ji bo xurtkirina têkoşîna jinan li herêmê dixebite û bûye lêvegera têkoşîna jinan ji hemû etnîk û mezheban re."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Zeyneb Qenber behsa rola jinan di şoreşa Rojava de, vekirina saziyên civakî, aborî, leşkerî û siyasî yên jinan kir, her wiha behsa berxwedana YPJ'ê û serkeftinên ku di qada leşkerî de bi dest xistine kir.

Têkildarî tevgera jinan di qada siyasî de Zeyneb got: "Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dikarîn xwe di xebata doplomasî ya derveyî sînorê Rojava de îsbat bikin, beşdarî kongreyên cîhanê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bûn û di girtina biryarên siyasî de dikarî rengekî demokratîk bide van têkiliyan."

Zeyneb Qenber her wiha behsa beşdarbûna jinan di xebatên ragihandinê de kir û diyar kir ku jinan rola di tevahî qadên ragihandinê de wekî nûçegihanî, wênekêş, pêşkêşvana bernameyan û edîtoriya nûçeyan diyar kir, radiyoyeke taybet û televîzyoneke taybet ji bo jinan vekirin.

Di berdewama axaftina xwe de Zeyneb Qenber diyar kir ku jin di têkoşîna xwe ya azadiyê de hemû astengî derbas kirin, lê hîna jî di rêya destpêkê de ye  û wiha pê de çû: " Civak hîna nikarî zihniyeta baviksalarî ya ku sedema hemû astengiyan derbas bike  û hîna jî êriş li ser wê didomin, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yek ji cûreyên derbekirina şoreşa jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye."

Di dawiya de beşdaran, behsa têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta desthilatdar û bavikslarî ku dixwazin rola jin di civakê de tune bikin, kirin. Her wiha girîngiya beşdarbûna jinan di qadên jiyanî de hate destnîşankirin.

ANHA