Li Tetwanê helîkoptereke leşkerî kete xwarê: Mirî û birîndar hene

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand li bajarê Tetwanê helîkoptereke leşkerî ket xwarê, di encamê de 9 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.

Li Tetwanê helîkoptereke leşkerî kete xwarê: Mirî û birîndar hene
4 adar, 2021   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, helîkoptera leşkerî ya bi tîpa "Cougar" ji piştî nîvro jî bajarê Bîngolê ber bi Tetwanê ve derket, piştî nîv saetekê ji derketinê agahî ji qut bû.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê bi balafirên bi mirov û balafireke "CN-235" xebatên lêgerînê pêk anî, diyar bû ku helîkoptera ketiye û 9 kes mirine û 4 jî birîndar bûn.