​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir

Buroya jin a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê bi  boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li buroya xwe ya li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
​​​​​​​Patiya Nûjen  û Demokratîk 8`ê Adarê pîroz kir
4 adar, 2021   16:17
QAMIŞLO

Jinên patiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn.

Destpêkê Berpirsa Dosyaya Jin di Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê de Heyfa Mehmûd axivî û 8`ê Adarê li beşdaran pîroz kir, her wiha bi xêrhatine mêvana kir.

Piştre endama Desteya Niştimanî ya ya Erebî Newal Mezîd jî axivî û da xuya kirin ku ew wekî jinên pêkhateya Ereb ji dema borî de derfeta karkirin li cem wan hebû wiha dewam kir: "Lê di heman demê de adat û teqalîd li cem me hebû, ku ji me re digotin tişt nabe yan ev tişt şerm e. Kar û xebatê me bi rengeke kurtayî bû heta axaftinê me dema me nîqaş dikir divê bi awayekî kurtayî be wê demê."

Newal da zanîn ku piştî şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan ev pirsgirêk derbas kirine û wiha got: "Niha dengê jinê heye, biryar ji cem wê ye. Îro roj çûn û hatina jinan çêbûye, nîqaşan dike beşdarî hemû saziyan dibin."

Şahî bi helbestên helbestvan Meryem Temir bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5lpKBg182tM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>