Malbatên Şehîdan: Yên ku mafên Kurdan napejirînin, çawa tên pêşwazîkirin?

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê serdana serçeteyê Îtîlafê Nesir El-Herîrî bo Başûrê Kurdistanê şermezar kir û gotin: “Ew mafên herî sereke yên gelê Kurd jî qebûl nakin, kesên wiha çawa tên pêşwazîkirin?”

Malbatên Şehîdan: Yên ku mafên Kurdan napejirînin, çawa tên pêşwazîkirin?
4 adar, 2021   12:44
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê îro têkildarî serdana Nesir El-Herîrî bo Hewlêrê û hevdîtina wî bi rayedarên PDK`ê re, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa daxuyanî li pêş navenda meclise ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser rola Îtîlafa Sûriyê û Encumena Nîştimanî ya Kurdî di dagirkirina herêmên Kurdan ên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hate kişandin.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirina ku rêveberiya Hewlêrê Nesir El-Herîrî pêşwazî kir ku maf û daxwazên herî sereke yên Kurdan jî qebûl nake.

Di daxuyaniyê de serdana El-Herîrî û şandeya pê re bo Hewlêrê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: " Em ê li hemberî hemû komployên ku projeya neteweya demokratîk hedef digirin, bisekinin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rNT0mbwfYIM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>