Çavkaniyekî ji civîna “Komîteya Şopandinê”: Têkildarî dosyaya ewlekariyê biryarên girîng hene

Çavkaniyekî ji civîna “Komîteya Şopandinê” got beşdarên civînê li ser dosyaya ewlekariyê sekinîn û tê payîn ku gelek biryarên girîng der barê ewlekariyê de bên girtin.

Çavkaniyekî ji civîna “Komîteya Şopandinê”: Têkildarî dosyaya ewlekariyê biryarên girîng hene
4 adar, 2021   13:21
HESEKÊ

Civîna “Komîteya Şopandinê” ku li dezgehên çapemeniyê hate girtin, li bajarê Hesekê dewam dike. Beşdarên civînê raporên her sê komîteyên ku di “Konteya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê”de hatine avakirin, nîqaş kirin. 

16 endamên komîteyê û di nav de Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka MSD`ê Emîne Umer û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş, beşdarî civîna 3`emîn bûne.

Çavkaniyekî ji hundir civînê got hemû raporên komîteyan ên li ser asta rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine amadekirin, hatin xwendin.

Çavkanî destnîşan kir ku beşdarên civînê li ser rapora elwekariyê sekinîne û tê payîn ku têkildarî dosyaya ewlekariyê biryarên girîng bên girtin.

Civîn hîna li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya şopandinê çavdêriya pêkanîna biryarên “Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê” dike, ku 25`ê Mijdara borî bi sponseriya MSD`ê hatibû lidarxistin.

(cx)

ANHA