Komîteya şopandinê civîna xwe ya 3'emîn li dar xist

"Komîteya Şopandinê" ji bo ku raporên mehane yên komîteyên xwe nîqaş bikin, civîna xwe ya 3`emîn li Hesekê li dar xist.

Komîteya şopandinê civîna xwe ya 3'emîn li dar xist
4 adar, 2021   12:06
HESEKÊ

16 ndamên komîteyê ku di nav wan de Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, Hevserokê Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) Emîne Omer û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş jî hebûn, beşdarî 3'emîn civîna komîteya şopandinê bûn.

komîteya şopandinê ji bo ku xebata komîteyê bişopîne û lêkolîn bike, civîna xwe ya duyemîn di 8'ê Çile de li dar xist.

Komîteya şopandinê, wekî encameke Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê hate sazkirin.

Komîteya şopandinê di civîna xwe ya yekemîn de ku di 30'yê Mijdara sala 2020'an de li dar xistiye, komîteya rêvebir, komîteya aborî û komîteya ewlekariyê ava kir. Erka her komîteyekê ew e ku şêwaza pêkanîna biryarên kongreyê bişopînin.

Civîn bi awayek girtî ji dezgehên çapemeniyê re didome. Di civînê de wl raporên mehane yên komîteyan werin nîqaşkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iXAturQXVKU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>