`Divê dewletên Ewropayê dosya komkujiya Parîsê vebike`

Jinên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku piştî li xwemukirhatina dewleta Tirk ku ew li pey kuştina hersê jinên têkoşer e û daxuyaniyên Îsmaîl Pikîn, divê Parîs û dewletên Ewropayê dosyaya komkujiya Parîsê vekin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

`Divê dewletên Ewropayê dosya komkujiya Parîsê vebike`
2 adar, 2021   00:44
HESEKÊ

Di 9`ê Çileyê 2013`an de li paytexta Fransayê komkujiyek li dijî yek ji damezrînerên PKK`ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweya Kurdistanê li Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez pêk hat.

Piştî çend sal di ser komkujiyê re derbas bûn, serbazekî berê di îstixbaratê dewleta Tirk de Îsmaîl Pikîn got: "Hin lîderên KCD`ê li Ewropayê hene û divê em komkujiyan li dijî wan pêk bînin wek me çawa li Parîsê pêk anî."

Daxuyaniya Îsmaîl Pikîn rastiya pêkanîna komkujiyê tekez dike û derî li pêşiya desthilata qezayî ya Fransayê vedike da ku hesab ji kesên ev komkujî pêk anîne bixwaze.

/kr/uploads/files/2021/03/01/201630_-.webp

Têkildarî mijarê, ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Zindan Hiso got: "Çend sal li ser şehadeta her sê têkoşeran derbas bû. Ji destpêkê de diyar bû ku dewleta Tirk li pey şehadeta wan e. Ji ber dewleta Tirk dijminê yekem ji tevgera jinan Kurd re ye û li her deverê wê dike hedef."

Zindan Hiso bêdengiya navneteweyî û desthilata Fransayê weke sûcekî din pênase kir û diyar kir ku şehadeta wan hedefgirtina siyasetmedarên Kurd e.

Zindan Hiso destnîşan kir ku piştî şehadeta her sê têkoşeran israr û asta têkoşîn û berxwedana tevgera jina Kurd, bilindtir bû û wiha domand: "Armanca wan şikandina îradeya jina Kurd û tunekirina tevgera wê ye."

Zindan Hiso di axaftina xwe de bang li dewletên Ewropa kir ku lêpirsînê vekirin, hesab ji dewleta Tirk li ser qetilkirina siyasetmedarên Kurd, bixwaze.

/kr/uploads/files/2021/03/01/201653_-.webp

Her wiha ji rêvebeberên Mala Jin a navçeya Dirbêsiyê Fatma Keleş qetilkirina siyasetmedarên Kurd li Parîsê şermezar kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk her tim siyasetmedarên Kurd dikuje da ku tevgera kurdî tune bike.

Fatma Keleş got dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan tê naskirin, gelek belge hene komkujî û sûcên dewleta Tirk îsbat dike.

Fatma Keleş di axaftina xwe de behsa daxuyaniyên Îsmaîl Pikîn kir û anî ziman ku ev yek eşkere dike ku dewleta Tirk li pey kuştina her sê têkoşerane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Fransa û dewletên Ewropayê lêpirsînê di vê der barê de vekin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gVP6-VfShUU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>