Mîhrîcana 6’emîn a Wêje û Hunera Jinan dest pê kir

Bi diruşma "Jin rihê çandê nûjen dike" çalakiyên Mîhrîcana 6'emîna  Wêje û Hunera Jinan li Qamişloyê dest pê kir.

1 adar, 2021   19:42
QAMIŞLO

Ji bo nîşandana reng, deng, çanda jinan a bi rihê têkoşîn û berxwedanê têr û tijî ye, her wiha da ku hevgirtina di navbera pêkhateyan de, afirînerî, huner û çand bê xuyankirin, îro çalakiyên Mîhrîcana 6'emîn a Wêje û Hunera Jinan dest pê kir.

Mîhrîcana ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kir û dê du rojan dewam bike.

Di çalakiya yekemîn de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji tevahî pêkhate, xwendekarên Zanîngeha Rojava ya beşa Wêjeyan, çînek ji rewşenbîrên mêr û jin, rêxistin, saziyên civaka sivîl û bi dehan şênî, hezvanên hunerê yên ji herêma Cizîrê, siyasetmedar û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk amade bûn.

Li aliyekî din jî jinên herêmê û yên ji hundirê Sûriyê berhemên xwe yên destan û keleporî pêşkêş kirin, her wiha cilên tevahî pêkhat hatin pêşkêşkirin û pêşangeke wêneyan hate vekirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Heskî Efaf Hesekî wiha got: "Mîhrîcana 6’emîn a Wêje û Hunera Jinan bi diruşma 'Jin rihê çandê nûjen dike' tê lidarxistin, di heman demê de jî li tevahî cîhanê nakokiyên tund hene, ew jî di encama ferq û cudahiyên mezin ên bi nêrîna li mafên mirovan û jinan bi taybet e."

Efaf Heskî diyar kir ku armanca mîhrîcanê reng, deng, çanda jinan a bi rihê têkoşîn û berxwedanê dagirtî ye, derxin pêş. Her wiha bi rêya mîhrîcanê afrîneriya jin, huner û çanda wê eşkere bikin.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê lidarxistina mîhrîcanê û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Piştre gelek komên huner û folklorî mîna;  koma Şehîdên Qereçox, koma Dengê Resen, Koma Şano ya Xizmetkaran, koma Dîlana Erebî, koma Rojîn Ereb a kevneşopiya ereb hunerên xwe pêşkêş kirin.

Piştre pêşangeha keleporî hate vekirin, ku tê de bi sedan berhem kardesteyan û mîrasa folklorî ya her pêkhateyekê hatin pêşandan.

Mîhrîcan du rojan dewam dike. Di roja duyemîn de dê komxebatên çîrok, helbest, kurtefîlmek were lidarxistin, her wiha şanoya Kevana Zêrîn a "Qîrinê" dê were pêşkêşkirin. Mîhrîcan dê bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

(fr)

ANHA