‘Fikirê rêbertî 8’ê Adarê kir destpêka ronîkirina rêya bi azadiyê ve’

Endamên Meclisa kantona Şehbayê got bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan îro 8’ê Adarê bû destpêka ronîkirina rêya jinan a ber bi pêşdeçûn û azadiyê, her wiha piştrast kir ku ew ê li ser rêça wê fikirê bimeşin heta wekheviya di nava mêr û jinan de çêdibe.

 ‘Fikirê rêbertî 8’ê Adarê kir destpêka ronîkirina rêya bi azadiyê ve’
1 adar, 2021   20:17
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Kantona Şehbayê ji ANHA'yê re axivîn.

/ar/uploads/files/2021/03/01/184337_mstfa-alhmdw-5b1600x12005d.webp

Endamê Meclisa kantona Şehbayê Mistefa Hemdo wiha got: "Berê jin ji tevahî mafên xwe bê par bû, lê piştî me tevgera demokrasiyê nas kir, ferqeke mezin hate eşkerekirin. Jin êdî di tevahî çalakî û rêxistinên civakî de beşdar dibin. Her wiha me pêşdeçûna jinan ji aliyê fikir û serkeftina li dijî zihniyeta mêrdestiyê û meşa li ser rêya xwepêşxistin dît."

 ‘ADET Û KEVNEŞOPIYAN ROLA JINAN PAŞGUH KIR’

Hemdo wiha domand: "Adet û kevneşopiyên ku li ser me hatine ferzkirin, hişt ku em bifikirin ku jin ji zewaciyê û karên malê hatiye dinyayê, jin ji pêkanîna behreyên xwe hatibû mehrûmkirin û di civakê de hatibû paşguhkirin. Lê fikirê rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ev tevahî nêrînên li ser jinan rakirin û jin bû endameke çalak di civakê de. Em niha jî li ser wî fikirî dimeşin, da ku wekheviyê ya di navbera mêr û jinan de temam bikin."

‘FIRKIRA DEMOKRAT BANDOREKE ERÊNÎ LI ZIHNIYETA MÊR KIR’

/ar/uploads/files/2021/03/01/184405_fatmh-alhsn-5b1600x12005d.webp

Endama Komîteya Jinan a Meclisa kantona Şehbayê Fatima Hesen 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: "Berê me bi Cejna Jinan nebihîstibû. Lê piştî ku ku em tev li tevgera demokrasiyê bûn û me fikirê azad ê rêber Abdullah Ocalan nas kir û me li serê wê perwerde girt me zanî ku rola jinan pir mezin e û ne ku jin bermalî ye, wek ku di serê me de hatibû çandin."

Fatima Hesen wiha berdewam kir: "Girîngiya jinan di tevahî aliyên siyasî, aborî, civakî û hwd de heye. Fikirê demokrat bandoreke erênî li zihniyeta mêr kir, bi wê re jî mêran wateya rihê hevaltiyê di kar de nas kir û girîngî da jin û malbatê."

/ar/uploads/files/2021/03/01/184427_ahmd-alahmd-5b1600x12005d.webp

Endamê Meclisa kantona Şehbayê Ehmed Ehmed wiha axivî: "Em 8’ê Adarê, roja bibîrxistina jinan diyar dikin, ji ber li tevahî cîhanê ev jin di vê rojê de tê pîrozkirin. Berê jin ji hêsantirîn mafên wê mîna xwendinê hatibû mehrûmkirin. Tenê heta merheleya seretayî dixwend û piştre li ser wê mayîna li male û xebitîna di male de dihat ferzkirin. Lê belê em îro dibînin ku jinan tevahî bend û kelepçe bi saya fikira neteweya demokratîk têk birine. Ji ber wê fikirê hişt ku jin bibin xwedî nêrîn û biryara jiyana xwe."

(fr)

ANHA