Malin Björk: 8’ê Adarê tenê rojek e, lê têkoşîna li Rojava her roj e

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya Swêdê Malin Björk diyar kir ku 8’ê Adarê tenê rojek e lê têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj e û jinên herêmê berê xwe daye serkeftinê û ji niha ve ew serkeftin bi dest xistiye.

Malin Björk: 8’ê Adarê tenê rojek e, lê têkoşîna li Rojava her roj e
2 adar, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan bi pêş ketiye û ji roja xwe ya destpêkê ve rastî êrişên mezin hatiye, bi demê re pêşketineke mezin bi dest xist û di cîhanê de bandoreke mezin çêkir. Ev şoreşa bi pêşengiya jinan li her dera cîhanê belav bû ûbala jinên ku ji bo azadiyê li çar aliyên cîhanê tê dikoşin, kişand.

Malin Björk bal kişand ser cewhera şoreşa Rojava, girîngiya vê şoreşê ji bo jinên cîhanê û got: "Ji bo demokratîkbûyîna civakê, xwerêveberî û xweparastinê divê em li cem jinên Rojava tê bikoşin û mil bi mil li ber xwe bidin.”

Malin Björk bang li her kesî kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şoreşa jinan lê pêk hatiye û parastina şoreşê, bi awayekî aktîf tê bikoşin.

Malin Björk ku di Parlamentoya Ewropayê de nûnertiya Partiya Çepgir a Swêdê dike, têkildarî 8’ê Adarê ji ANHA’yê re axivî.

Malin, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wiha nirxand: "Ji bo me rojeke wisa ye ku em tê de deskeftiyên bi têkoşîna femînîst a jinan, têkoşîna ji bo wekheviyê, parvekirina wekhev a hêzê, aboriyê û têkoşîna avakirina jiyaneke azad bi dest xistine, pîroz dikin. Di vî warî de ez difikirim ku têkoşîna jinên Kurd a li herêma ku hûn lê dijîn, îlhamê dide gelek têkoşînên jinan."

Malin, têkoşîna jinan a cîhanê û şoreşa azadiya jinan a li Rojava hevrû kirin û wiha axivî: “Em tev dizanin ku 8’ê Adarê têkoşîna rojekê ye, lê ne tenê 8’ê Adarê ye, beşek ji têkoşîna femînîst e. Lewma jî em dibînin ku li Rojava avahiya desthilatdariyê ya kevn ji hev dikeve, demokrasiya xwecih ava dibe, femînîst xwe diparêzin, û biryarên xwe, bi xwe didin. Ev hemû hem di warê têkoşîna jinan de hem jî ji bo tevahiya civakê pêşketinên gelekî girîng in. Li Rojava, ev femînîst dikarin îlhamê bidin civata femînîst û demokratîk. Têkoşîna femînîst bi tevahiyî hêza xwe dewam dike."

‘ROJAVA BÛ ÎLHAMA JINÊN CÎHANÊ’

Malin Björk got şoreşa jinan a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîna li dijî rêveberiyên otorîter de îlham daye jinan û destnîşan kir ku vê têkoşîna femînîst qadên bingehîn ên wekî rêveberiya xweser a herêmî û xweparastin ava kir, hêz da kesên ku li gelek deverên cîhanê tê dikoşin û wiha dewam kir: “Bi taybetî di vê demê de ku em li pêşberî rêveberên otorîter ên mîna Trump, Erdogan, Bolsanaro yên li çar aliyên cîhanê, wek femînîst em bersiva pirsan dizanin. Li Rojava ev yek bi têkoşîna hevpar a jin û mêran bi meclisên demokratîk ên herêmî re hat pratîzekirin. Vê yekê bandor li gelek tevgerên femînîst ên cîhanê kir.”

‘DEWLETA TIKR TENÊ ÊRIŞÎ ROJAVA NAKE, ÊRIŞÎ HER KESÎ DIKE’

Şoreşa Rojava ji roja destpêkê ve di bin êrişên dewleta Tirk de ye. Lê belê ev êriş ne tenê li ser şoreşa Rojava, li ser mîmarê vê şoreşê rêber Abdullah Ocalan jî wek tecrîd derketin holê.

Malin êriş şermezar kirin û got: “Binê pêvajoya aştiyê bi temamî ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hate valakirin. Ne tenê êrişî Rojava dikin, di heman demê de êrişî HDP, gelê Kurd û tevahiya muxalefeta li Tirkiyê jî dikin. Ev yek tenê pirsgirêka zextê mezin dike. Pirsgirêkeke cidî ye ku Ocalan ne parçeyekî aktîf û pêvajoya aştiyê ye. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçûya, divê bi xwe jî di nava pêvajoyê de bûya. Lê belê rejîma Tirk bi zêdekirina zexta li ser hemû komên muxalîf re rêyeke bi temamî cuda, nîşan da.

YE destekê dide Tirkiyê û ji ber vê yekê rejîma Erdogan jî bi awayekî fermî zilmê li HDP’ê û hemû muxalîfan û rojnamevanan dike. Ez van kiryarên dewleta Tirk bi tundî rexne dikim. Îro li Tirkiyê rejîmeke pir otorîter serdest e.”

Malin got bêdengiya Yekitiya Ewropayê (YE) û dewletên Ewropayê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk “nayên efûkirin” û got: “Ji bo tiştên ku qewimîne berpirsyariyeke mezin a Ewropayê heye. Ji ber ku hem bi Tirkiyê re hevkariyê dikin û hem jî ji bo pêşî li hatina koçberan a bi rêya Tirkiyê bigirin û wan bidin. A rast, ji bo YE’yê pirsgirêkên demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û edaletê yên gelên herêmê zêde ne û ji Tirkiyê jî meseleya koçberan heye. Bêdengiya YE û Ewropayê ya li hember êrişên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava nayên efûkirin. Berpirsyariyeke mezin a van rûdanan li ser milê wan e.  Em dixwazin desteka madî ya ji bo rejîma Tirk û şandina pereyan bê rawestandin.

Pirsgirêkeke din jî ew e ku Tirkiye dewleteke NATO’yê ye. Dewletên endamên NATO’yê çavên xwe digirin û êrişên Tirkiyê yên li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nabînin. Tirkiye jî ji bo ku şer bi ser bikeve, bi hemû derfetên xwe yên leşkerî êriş dike.”

‘JI BO KU EV ÊRIŞ BISEKININ DIVÊ EM ŞER BIKIN’

Malin Björk bal kişand ser sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî û destnîşan kir ku divê heyeteke navneteweyî tavilê biçe herêmê.

Malin wiha domand: "Agahiyên pir kêm tên ka li herêmên dagirkirî bi rastî jî çi diqewime.  Divê heyeteke navneteweyî tavilê biçe herêmên dagirkerî.  Wekî ku li her der û cihê şer pêk tê, otorîter û dagirker di serî de êrişî jinan, têkoşîna wan, cenazeyên wan dikin. Ji bo sekinandina van êrişan divê em tê bikoşin."

Malin bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê bisekine û got: "Bi taybetî femînîst, lê bêguman ne tenê ew, divê her kes, em hemû ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe bidin. Eger em di vê mijarê de cidî bin, ji bo demokratîkbûyîn, xwerêveberî û parastina cewherî ya civakê, divê em bi jinên li Rojava re di nava hevgirtinê de bin û bi hev re tê bikoşin.”

 ‘MODELÊN BALKÊŞTIR DIKARIN BÊN AFIRANDIN’

Malin da xuyakirin ku li cîhanê bi dersên ji şoreşa jinan a Rojava bên derxistin re modelên nû yên rêveberiya bi pêşengiya jinan dikarin werin pêşxistin û got: "Ji bo berfirehkirina pratîkên femînîst û demokratîk ên li tevahiya Bakurê Sûriyê tên meşandin, divê em hev bibînin û nas bikin. Divê tevgerên femînîst ên cuda bikarin li hev kom bibin. Gelek tişt hene ku em ji têkoşîna jinan a li Rojava û ji hev hîn bibin. Bi îlhama vê yekê re modelên nû dikarin bên afirandin. Divê em vê tekez bikin. Lê ji bo vê jî tiştên ku li herêmê û li Rojava hatine kirin, divê li hemû cîhanê berbiçavtir werin dîtin. Û hûn aktorên sereke ne ku vî karî bikin. Ez ê şopandina we bidomînim."

Ji bo kesên ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê afirandine û didomînin jî peyama Malin Björk wiha ye: "Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Rojava, ez hemû serketinên ku we berê bi dest xistin, guhertinên demokratîk ên di civaka we de pêk hatin, pîroz dikim û hêvî dikim ku hem li herêma we, hem li Ewropayê hem jî li herêmên din, ji bo berfirehkirin û dubarekirina van destkeftiyan ajandayeke femînîst a xurttir pêk were."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-NrhJkIUhYE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>