Şaredarî kolanên bajarokên rojhilatê Dêrazorê ronî dike

Komîteya Şaredarî û Xizetguzariya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê pergala ronîkirina kolanên bajarên gundewarên rojhilatê Dêrazorê çêkir û projeya ronîkirina kolanên bajarê Hecînê jî berdewam dike.

Şaredarî kolanên bajarokên rojhilatê Dêrazorê ronî dike
21 sibat, 2021   07:33
DÊRAZORÊ

Projeya ronîkirina rêyên giştî, li bajarokên Ebû Hemam, Giranîc û Keşkiyê yên Dêrazorê dewam dike.

Proje dê 2 mehan berdewam bike û dê stûnên kevn sererast bikin, 120 stûnan li bajarokê Giranîc deynin û jeneratoreke kehrebeyê bi cih bikin û dê li Keşkiyê û Ebû Hemam jî 100 stûnan deynin û da ku bi tevahî were ronîkirin.

Komîteya Şaredariyan beriya 4 mehan dest bi heman projeyê kiribû û 3 km ji kolanên Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê ronî kir û 60 rojan dewam kir. Beriya hefteyekê jî di çarçoveya heman projeyê de dest bi ronîkirina kolanên din kir. Tê payîn ku ev proje di nava 40 rojî de bi dawî bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RPEoFEpP_rc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>