Li dijî baregeha Beled a li Iraqê êrişa bi mûşkan

Li dijî baregha Beled a hawayî ya li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê êrişeke bi mûşekan pêk hat.

Li dijî baregeha Beled a li Iraqê êrişa bi mûşkan
20 sibat, 2021   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Alsumaria News re got, sê moşekên Katyusha derdora baregeha Beled kirin armanc û diyar kir, moşek li qada derveyî baregehê ketin.

Li gorî heman çavkaniyê, du karmend ku di baregehê de dixebitin, yek iraqî û yê din nasnameya wî nehate zanîn, birîndar bûn.

Sky News ji zimanê çavkaniyên iraqî ragihand, du mûşekan baskê leşkerî yê Amerîkî yê  şiriketa "Sally Porter" li baregeha Beled kir hedef û ya sêyem negihişt hedefa xwe.

Hêjaye gotin, di baregrha Beled de hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene û gelek caran êriş li ser hatine kirin.