Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin

Cenazeyên şervanên QSD'ê Merî Cemîl Abdullah (Udey Til Hemîs) û Sair Ehmed Debo (Kawa Tehama) bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD'ê bi merasîmekî hatin veşartin
20 sibat, 2021   17:29
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî cenazeyên şervanên QSD'ê Merî Cemîl Abdullah (Udey Til Hemîs) û Sair Ehmed Debo (Kawa Tehama) spartin axê. Herdu şervanên QSD'ê 18’ê Sibatê dema erka xwe bi cih dianîn, li navçeya Til Birakê şehîd bûbûn.

Danê nîvro malbatên her du şehîdên Mirî Abdullah û Sair Debo û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê bi karwaneke erebeyan berê xwe da Qamişlo, cenazeyên her du şehîdan ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê wergirtin û berê xwe bidin Goristana Şehîdana a Til Hemîsê.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin û toranke leşkerî ya ji hêla şervanên QSD’ê ve dest pê kir. Ji fermandarên QSD’ê Harûn Apoyî axivî û wiha got: "Di dirêjahiya 10 salên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de faşîzma dewleta Tirk bi rêya şandina çeteyên xwe hewl dide welatê me dagir bike. Lê bi saya şehîdan têk çûn. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em bi pêşengtiya şehîdan xwe têk naçin û radest nabin. Em xwedî rûmeta ku me ji berxwedanê wergirtiye ne."

Harûn Apoyî wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst niha cesaret nake ku bi terorîstên xwe re êrişî me bike. Lê belê hewl dide ku bi rêya aliyên navneteweyî û herêmî, mîna Sûriyê, Iraq, dewletên cîran û cîhanê lihevkirinan li ser me bike. Ji ber ku ji qehremanî û lehengiya şehîdên me ditirse."

Harûn Apoyê bi navê QSD'ê soz da şehîd, gel û welat ku dê li hemberî êrişên li ser herêmê bisekinin.

Dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Abdulezîz Osman wiha got: "Şehîd meşaleya vê neteweyî û pêşengiyên wê ne ku asoyên pêşerojê vedikin. Ji lew re em bêjna xwe li hember wan ditewînin."

Osman sersaxî ji  malbatên şehîdan re xwest û tevlêbûna wan li Meclisa Malbatên Şehîdan pîroz kir. Osman diyar kir ku şehîd qendîla ku pê netewe ronî dibe û çiraya ku gel bi rê ve dibe û mertala parêzvan a ku cane xwe ji bo parastina welat daye.

Piştî axaftinan, nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre rêhevalên şehîd cenazeyê Sair Debo li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê veşart û cenazeyê şehîd Mirî Abdullah jî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamilo spart axê.

(fr)

ANHA