Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî bi dawî bû

Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî ya rastiyên heyî û çareseriyan bi dawî bû. Tê de hate gotin, divê astengî û nakokiyên kurdî werin rakirin û ji bo avakirina yekitiyê bi xebitin û destkeftiyan biparêzin.

Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî bi dawî bû
20 sibat, 2021   16:11
QAMIŞLO

Beriya çend kêliyan Komxebata Kurdî-Kurdî ya ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) vê sibehê li Qamişlo li dar xistiye, bi dawî bû. Komxebat piştî lidarxistina 3 rûniştên diyalogê ku tê de semîner ji hêla siyasetmedarên Kurd, pevguherîna pêşniyar û nêrînên pêşerojê de bi dawî bû.

Di her sê rûniştinan mijara nakokiyên Kurdî-Kurdî yên di dîroka nûjen de, ji sedsala 20’an û heta roja îro de, nexasim li Bakur û Başûrê Kurdistanê ku navendên giraniya siyasî ya Kurd in, rewşa Kurd a niha bi hemû awayên wê yên siyasî û civakî û rewşên ku tevgerên Kurdistanî tê re derbas dibin, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran li ser gefên li ser hebûna Kurd, siyasetên dijberiyê û guhartina demografiyê ya ji destpêka krîza Sûriyê de ku li dijî gelê Kurd a Rojava pêk tê, nîqaş kirin.

Di rûniştina sêyemîn a ku pêşniyarên li ser çareyên stratejî û pêşerojê hatine nîqaşkirin de, behsa doza Kurd, gihandina nuqteyên hevbeş di aliyên nîştimanî yên Kurd de hatin kirin. Komxebat bi spasiya endamê NRLS’ê Taha Xelîl ji beşdaran re bi dawî bû.

Beşdaran di pêşniyar û nêrînên xwe yên pêşerojê de da zanîn ku pêwîst e ku astengî û nakokiyên Kurdî bên rakirin û yekitiya Kurd ava bibe, da ku parastina destkeftiyan bê kirin.

Beşdaran diyar kir ku devê hemû ji hewldanên partîtî bi dûr bikevin, ji ber dikeve xizmeta dijminên doza gelê Kurd, her wiha divê helwesteke tund li dijî aliyên ku yekitiya Kurd red dikin, dixwazin destkeftiyên gelê Kurd li Rojava têk bibin û berjewendiyên xwe yên partîtî yên teng pêk bînin, bigirin.

Beşdaran di pêşniyar û nêrînên xwe de destnîşan kir ku divê  têkoşîna kurd li hemberê dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide kurdan qir bike, bilind bibe. Her wiha gotin, divê piştgiriya hêzên leşkerî yên kurdî bê kirin, da ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê bên parastin.

(fr)

ANHA