Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo xelatkirina hunermendê Kurd Faris Bavê Fîras li ser keda wî, şahiyek li hola Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir
Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir
Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir
Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir
Desteya Çandê hunermend Faris Bavê Fîras xelat kir
20 sibat, 2021   16:27
QAMIŞlO

Di şahiyê de heval û dostên hunermend Faris Bavê Fîras, endamên saziyên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre cîgirê hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Danîş Botan bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku destkeftiyên ku wan heta niha bi dest xistine wekî çand, wêje, urf û adat berhemên keda şehîdan e û got: "Erkê me ye wekî Desteya Çandê xwedî li çand û li hunermendên xwe derkevin, ev yek soza me ye. "

Botan da xuyakirin ku barê huner û hunermendan giran e, ji ber ku erkê hunermendan e ku çanda xwe ya resen di nava civakê de belav bikin û wiha got: "Dema em dibêjin barê hunermendan giran e, pîvanê hunermendan hezkirin e, zihniyeteke baqij û xwedî wijdanin. Divê em li gorî pîvanê civakê em hunera xwe têxin xizmeta civakê."

Danîş Botan destnîşan kir ku yek ji wan hunermendê navdar û pîroz ê xwediyê kedê Faris Bavê Fîras e,  ji 50`î salî ve xizmeta çanda kurdewariyê dike.

Piştre deste û Gerînendeya Çandê  xelat pêşkêşî hunermend Faris Bavê Fîras kir.

Hunermend Faris Bavê Fîras axivî û spasiya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê kir.

Di dawiyê de Hunermend Faris Bavê Fîras çend stranên xwe gotin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6G9rWuidV7I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>