Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê serdana Mala Birîndaran kir

Bi sponseriya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Tebqayê, endamên rêveber ên saziyên sivîl û rûspiyên eşîran serdana Mala Birîndarên Şer a li bajêr kir.

Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
Rûspî û rêveberên saziyên Tebqayê  serdana Mala Birîndaran kir
20 sibat, 2021   16:02
TEBQA

Bi insiyatîfa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî û bi birêvebirina ji Rêveberiya Sivîl a Tebqayê de şandeyê serdana Mala Birîndarên Şer (Naveda Şehîd Deşît) kir.

Endamên rêveber ên Mala Birîndaran pêşwaziya şandeyê kir û her du aliyan destnîşan kir ku divê parastina welat ji çi dijmin an jî xeteriyekê bê kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm Mihemed spasiya ked û qurbaniyên ji bo vî welatî hatine dayîn, kir.

Îbrahîm Mihemed wiha got: "Birîndarên şer sembola aştî û dayînê ne, wan bi canê xwe parastina welat kir, da ku ji dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin. Bi saya van şervanan em gihaştine vê qonaxê."

Li aliyekî din jî hevserokê Navenda Şehîd Deştî, Mihemed Elî Hemed spasiya vê insiyatîfê kir.

Her wiha Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Tebqayê diyarên sembolîk pêşkêşî birîndar kirin.

(fr)

ANHA