Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şhebayê bi meşeke girseyî çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê yên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser gund û kampên li herêma Efrînê silav kir.

Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
Şêniyên Efrînê çalakiyên kurdistaniyên li Ewropayê silav kir
20 sibat, 2021   15:51
ŞEHBA

Meclisa kantona Efrînê bi diruşma "Bi rihê Avêsta Xabûr û Îlan Dara em ê teqez bi ser bikevin" meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran şêniyên Efrînê li ser rêya di navbera gundê Til Qirah û kampa Serdemê de kom bûn û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên li ser têkbirina dewleta Tirk li Garê de hilda bûn.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedanên Garê û Serdemê û çalakiyên ku kurdistaniyên li Ewropa yên ji bo muhasebekirina dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wê li Efrînê dest pê kir.

Meş li kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê re rawestiya û deqeyeke rêz hate  girtin. Piştre cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û wiha got: "Em silavên şoreşgerî ji kurdistaniyên li Ewropa re yên ku li hember zulm û destpotiya li dijî Efrînê ku bi çalakiyên xwe sekinîne re, dişînin."

Mihemed Ebdo wiha domand: "Şêniyên Efrînê yên berxwedêr ên di kamp û malên wêrankirî de li hember êrişên bêserûber û dorpêçê li ber xwe didin û ji cîhanê re tevahî re sepand ku tu kes nikare vîna gel, xwestekên wê yên hiqûqî û azadî bişikînin."

Ebdo bang li tevah gelê Kurd ê li hemû cîhanê kir ku asta têkoşînê bilind bikin û got: " Ji ber dem dema azadiyê ye û dema gelên ku bi dirêjahiya salan ratî zulm û destpotiyê hatiye, da ku Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen got, tevî êriş û astengiyan berxwedana şêniyên Efrînê heta rizgarkirina Efrîn û tevahî heêrmên dagirkirî berdewam e.

Meş bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jYJmzkyYoso" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>