Parêzer Şahîn Lalê: Divê komîteyeke lêpirsînê ji Garê re were şandin

Parêzer Şahîn Lalê bang li hemû hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan û dadgehên cînayetên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî bişînin herêma Garê.

Parêzer Şahîn Lalê: Divê komîteyeke lêpirsînê ji Garê re were şandin
19 sibat, 2021   01:31
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de êrişên giran bire ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyekê de ku 16'ê vê Sibatê weşandibû, ragihandibû ku dewleta Tirk di êrişa li dijî kampên êsîran ên li Garê de çekên kîmyewî bi kar anîne.

HPG'ê got: "Ji bo bûyera li kampa ku êsîr lê dihatin girtin de ya li qada Siyanê ya herêma Garê bi rengekî zelal û berbiçav were fêhmkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî, li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kîmyewî heye. Ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve li ser vê kampê, ji ber ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn, ku bikaranîna van çekan bi çarçoveya sûcê şer tê dîtin û bikaranîna wê qedexe ye, mirov nikare bikeve nava kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kîmyewî hatine kuştin piştre gule li wan hatiye reşandin."

Girêdayî mijarê Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Qamişlo Şahîn Lalê ji ANHA`yê re axivî.

Şahîn Lalê bang kir ku divê komîteyek ji aliyê NY'yê ve were şandin da ku lêpirsînê der barê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re di êrişa li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de, bike.

Lalê diyar kir ku êrişa çi dewletê li dijî xaka dewleteke din bi xwe sûcekî şer e û got: " Ji ber ku rêveberiya vê xakê heye û ji ber wê jî dewleta Tirk di êrişên li ser herêma Garê de hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin."

Girêdayî mijara bikaranîna çekên kîmyewî Şahîn Lalê destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî komîteyeke lêpirsînê bişîne herêmê, bi şertê ku ew komîte girêdayî NY`yê be û paşê wê rakin Dadgeha Cînayetan a Navneteweyî da ku hesab ji dewleta Tirk ji ber sûcên ku dike, were xwestin.

Der barê derewên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê parastinê Hulusî Akar ku hêzên HPG`ê êsîr kuştine de Şahîn Lalê wiha axivî: "Heger HPG`ê êsîr kuştibûna dê dema ew girtine, bikuştana. Lê dewleta Tirk hewl dide sûcên ku dike, veşêre. Sûcên ku li herêma Garê têne kirin û êrişên domdar çi li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bin an li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin sûcên şer in. Dewleta Tirk bi sûcên xwe tu rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire."

DEWLETA TIRK TU RÊZDARIYÊ JI QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ RE NAGIRE

Girêdayî helwesta civaka navneteweyî Şahîn Lalê diyar kir ku divê civaka navneteweyî di aliyê çapemenî û hiqûqî de zextê li dewleta Tirk bike, komîteyeke lêpirsînê di bin sîwana NY`yê de ava bike û bişîne herêma  Garê da ku lêpirsînê der barê çekên ku di êrişan de hatine bikaranîn, bike.

Di dawiyê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Qamişlo Şahîn Lalê bang li hemû hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û hesab jê bixwazin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4oTce6iWaMg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>