Ji bo azadî û edaletê dê parêzeriya rêber Abdullah Ocalan bikin

Komeke parêzerên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyê dikin ku bibin parêzerên rêber Abdullah Ocalan.

Ji bo azadî û edaletê dê parêzeriya rêber Abdullah Ocalan bikin
19 sibat, 2021   02:46
QAMIŞLO-NÛJIYAN ADAR

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê beriya demekê ragihandibû ku ew ê bi erka parêzeriya rêber Abdullah Ocalan rabin. Komeke din a parêzerên ji herêmên Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê ku 26’ê Çileyê dabû, xwe amade dikin ku parêzeriya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran  a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku wan di sala 2016 'an de komîteyek ji 35 parêzeran ava kiriye û xwe wek parêzerên rêber Abdullah Ocalan îlan kiriye û got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan me kampanyayên îmzeyan organîze kirin. Bangên me yên cuda hebûn ku divê Dadgeha Mafên Miorvan a Ewropayê (DMME) li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi xebatê bike, lê ji bo azadiya rêber Ocalan hê jî tu planeke wê ya xebatê nîn e.”

Xedîce Îbrahîm îşaret pê kir ku ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya xwe ya fîzîkî mîsoger bike, wan dest bi hemleyeke wiha kiriye û der barê plana xebatê de jî wiha got:  “Ji bo saziyên mafên mirovan, dadgeh, sazî û rêxistinên hiqûqî, ji bo ku tecrîda li ser rêber Ocalan rabe, serlêdanên me dê çêbin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan em ê xebatên cihêreng bikin.”

Xedîce diyar kir ku piştî koma nû ku xwe wek parêzerên rêber Abdullah Ocalan îlan bikin, ew ê jî komîteyeke nû ava bikin da ku xebat bi rêxistintir û encamgirtir bin.

Li çar aliyên cîhanê gelek kes û parêzer, rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hiqûqî ve diparêzin û  kampanya “Ji Ocalan re azadî” jî roj bi roj berbelav dibe.

Ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê GBI Newham ji rojnameya Recorder re wiha da zanîn: "Dem dema bidawîkirina tecrîda li derveyî mirovahiyê û bidawîbûna cezayê girtîgehê yê 22 salan ê Abdullah Ocalan e.”

Dibistana Gel a Gramsci, 11'ê Çileyê nameyek ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand û tev li kampanya Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) bû.

Kovara çandî ya Îtalyayê IL Bene Commune Molise jî tev li kampanyayê bû. Kovar zêdetirî ji 20 salan e weşana neteweyî, çandî û hunerî dike.

Sendîkaya COBAS ku wek sendîkaya mamosteyan a li Sardînyayê tê zanîn, ragihand ku wan nameyek ji sekreterê giştî yê NY’yê re şandiye û diyar kir ku tev li ‘Ji Ocalan re azadî’ bûne.

Hemleyeke din di 15 'ê Sibatê de bi navê "Însiyatîfa Ereban ji bo azadiya Abdullah Ocalan" bi pêşengiya rewşenbîrên Misirê dest pê kir.

Komeleya Projeya Civakî ya Afirîner (ACCP) ku projeyên xwe li welatên Gana û Togo yên Afrîkayê pêk tîne, nameyek ji NY’yê re şand û tev li kampanyayê bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RScY2_1pbZg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>