Şêniyên Çilaxa serkeftina HPG`ê ya li Garê pîroz kir

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ji bo serkeftina gerîlayên HPG`ê ya li herêma Garê şahiyek li dar xist û diyar kir ku serkeftina wan ji cîhanê re isbata israr û berxwedana gelê Kurd dike.

Şêniyên Çilaxa serkeftina HPG`ê ya li Garê pîroz kir
Şêniyên Çilaxa serkeftina HPG`ê ya li Garê pîroz kir
Şêniyên Çilaxa serkeftina HPG`ê ya li Garê pîroz kir
Şêniyên Çilaxa serkeftina HPG`ê ya li Garê pîroz kir
18 sibat, 2021   21:50
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa bi hemû pêkhateyên xwe bi erebeyan li nava bajêr geriyan û serkeftina HPG`ê ya li herêma Garê pîroz kir.

Erebe li nêzî hola El-Mesbeh a bakurê navçeyê rawestiyan û li wir Endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Xelîl Mecîd axivî û serkeftina HPG`ê ya li herêma Garê li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê hewl dide vîna gelê Kurd têk bibe.

Piştre Endama Kongreya Star a navçeya Çilaxa Hiyam Hisên axivî û got dewleta Tirk a dagirker hîn jî siyaseta xwe ya dagirkerane berdewam dike, lê gelê azadîxwaz dê bê bersiv nemîne û dê li dijî artêşa Tirk a dagirker bisekine da ku bi azadî û rûmet bijî.

(eh)

ANHA