ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2012

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2012
19 sibat, 2021   00:00

-Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê got rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî siyasî ye û banga azadiya mirovan û biratiya gelan dike. Şêniyan banga li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bikeve tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê gumanên xwe yên der barê nermbûna ku Şamê li hemberî kantona Şehbayê dide meşandin nîşan da û got ev yek demkî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Parêzer Şahîn Lalî bang li hemû hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan û dadgehên cînayetên navneteweyî kirin ku sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî bişînin herêma Garê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komeke parêzerên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyê dikin ku bibin parêzerên rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên bajarê Hesekê diyar kir ku berxwedana girtiyên PKK'ê dîrokî û kevnar e û ji bo misogeriya mafên gelên bindest tê meaşandin. Rewşenbîran bang li gelê Kurd û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li girtiyan derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Kongreya Star û meclisa PYD’ê ya Qamişloyê êrişa dewleta Tirk a li ser Garê şermezar kir û banga yekitiya neteweyî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYAN

- Destwerdana Rûsya  ya li Sûriyê hikumeta Şamê ya ku nêz mabû hilweşe rizgar kir. Lê Rûsya di encama hebûna Îran, Amerîka û dagirkeriya Tirk de li hember gelek astengiyan sekinî û serkeftinên stratejîk bi dest xistin. (BI WÊNE).

- Ruxmî ku komên alîgirên Îranê bi êrişa Hewlêrê hatin tawanbarkirin jî, lê hîna hikumetên Başûrê Kurdistanê, Bexdayê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî nizanin kî berpirsyarê vê êrişê ne. pisporê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî Raid El-Misirî jî dibîne ku yê ji êrişê sûdê werdigire dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dehsala destpêkê ji sedsala 21’an bi pêlên ku peravên welatên li Rojhilata Navînê guhartine re, dest pê kir û serwerên wê ji zêdehîstiyariya xwe bawer kir ku gel dê bindestî vîna xwe bimînin. Lê belê nêrîna gel cuda bû. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî ya Jinan a Dêrikê kartol bi rûbera 5 hiktaran çand. Ev cara yekemîn e ku ev hilberîn li herêmê tê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efîrnê destnîşan kir ku dewleta Tirk di kêmtirî 2 mehan de berhemên 10 girên dîrokî talan kirine û di sûka reş de frotine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA