NATO hêza xwe li Iraqê zêde dike

Sekreterê NATO’yê diyar kir ew ê hêzên xwe yên li Iraqê zêdetir bikin. Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê jî diyar kir ew qebûl nakin yek leşkerên din ên biyanî derbasî Iraqê bibin.

NATO hêza xwe li Iraqê zêde dike
18 sibat, 2021   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ew ê di çarçoveya perwerdekirin û bihêzkirina leşkerên Iraqê de, hejmara hêzên xwe yên li Iraqê ji 400 leşkerî bigihînin 4 hezar leşkeran.

Stoltenberg îşaret bi wê yekê jî kir ku ew ê rêzê ji serweriya Iraqê re bigrin û hemû karên xwe bi hemahengiya Hikûmeta Iraqê bikin.

Li ser vê daxuyaniya Sekreterê NATO’yê, Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Bedir Ziyadî li ser navê komisyonê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ziyadî diyar kir ew wek Komîsyona Ewlehî û Parastinê, pêwîstiya Iraqê bi hêza zêdetir a biyanî nabînin. Ji bona wê ew qebûl nakin NATO hêza xwe li Iraqê zêdetir bike.

Her wiha Bedir Ziyadî destnîşan kir ger her hêzek bêy hemahengiya tam a li gel hikûmeta Iraqê hêza xwe li Iraqê zêde bike, ew ê wek komisyon di derbarê serokwezîr de lêpirsînê bikin.