Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şevbuhêrkek dengbêjî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Bi şevbuhêrka dengbêjiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin
18 sibat, 2021   17:41
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Neqşê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şevbuhêrkeke dengbêjiyê li dar xist.

Şevbuhêrk li avahiya SZK'ê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn, rewşenbîr û nivîskarên serbixwe û Koma Kevneşopî ya Dêrikê hat lidarxistin.

Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman bixêrhatina mêvanan kir û Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest, hemû zimanzan û hezkarên ziman pîroz kir.

Silêman da zanîn ku gelê Kurd yek ji neteweyên gerdûnê ne ku mafê wê heye ku rojekê wiha pîroz bike û wiha domand: "Ji ber ku qirkirin û qedexeyeke dijwar li ser zimanê me hebû, ji ber vê yekê li gel me gelekî giringe ku em zimanê xwe pêş bixin û çanda xwe geş bikin."

Silêman li ser hilbjartina wan ji şeveke dengbêjiyê re wiha got: "Ji ber ku heger em nirxê dengbêjiya xwe ya dewlemend îro bizanbin, em dikarin bibêjin li ser torên civakî bi hezaran çîrok û stranên kurdî hene û cîhan bi giştî li ser koma mezin matmayî maye, ev yek jî nîşana zimanekî ku di qonaxa dîrokê de şaristanînên giring pêk anîne û xizmeta mirovahiyê kiriye."

Hevserokê SZK'ê Izedîn Silêman daxuyakirin ku tevî ku qedexe li ser zimanê kurdî hebû lê dîsa zimanê kurdî li ser asta cîhanê di rêza pêşî de cih digire û wiha got: "Ew yek bi saya dewlemendiyê ye, civak û dîwanxaneyên me di dema xwe de dibistanên gelek hêja bûn, gelek mirovên zîrek û zane ji wan derçûn."

Piştî axaftinê Koma Kevneşopî ya Dêrik stran.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g1UeM_nhqoA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>