Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Fadil El-Şêx û şehîd Elawî Mistefa El-Hisên li goristana Şehîdan spartin axê.

Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdan li Minbicê hatin veşartin
18 sibat, 2021   15:49
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Mihemed Fadil El-Şêx di 16`ê vê mehê de û şervanê Meclisa Leşkerî  ya Minbicê Elawî Mistefa El-Hisên di 17`ê vê mehê de dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bûn.

Bi dehan şêniyên bajar Minbic û gundewarê we bi hildana alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyên her du şehîdan ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a li rojavayê bajêr ve çû.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin.  Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşnûq axivî û got:"Bi berdêlan em welat diparêzin û bi rihê baqij em sînorên welat xêz dikin. Em ê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin, an em ê bi  rûmet bijîn an jî li ser xaka xwe şehîd bikevin."

Dûvre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Endama Meclisê Cemîla Îbrahîm axivî û rola şehîdan a parastina ewlehî û aramiya herêmê destnîşan kir. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Ebo axivî û got:"Şehîd bi rihê xwe di nav me de ne, dixwazin em rêya wan berdewam bikin û em jî ji wan re dibêjin û sozê didin wan ku em ê heta serkeftinê û rizgarkirina xaka xwe rêya wan berdewam bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

(eh)

ANHA