Desteya Perwerde û Fêrkirinê têkildarî Roja Zimanê Dayikê dê panelekê li dar bixe-HATE NÛKİRİN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de amadekariyên lidarxistina panelekê dike.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê têkildarî Roja Zimanê Dayikê dê panelekê li dar bixe-HATE NÛKİRİN
18 sibat, 2021   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 21`ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê e, Navenda Lêkolînên Perwerdehîyê (NLP) ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê roja yekşemê li bajarê Qamişlo panelek li dar bixe û girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê binirxîne.

Li gorî agahîyên ku komîteya amadekar par ve kir dê di panelê de du mijarên sereke werin şîrovekirin; yekemîn mijarê ya panelê di bin sernavê “Di Hiquqa Herêmî û Navnetewî de Mafê Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê” de were niqaş kirin. Di vê beşî de qanûnên navnetewî ya ku di bin banê Netewên Yekbûyî (NY) hatine erê kirin bê lêkolîn. Mafên bingehîn ên mirov û civakan a perwerdehîyê ya bi zimanê dayikê di van qanûnan de çawa hatiye bi dest girtin û kemanî û nakokîyên heyî çi ne bi beşdarvanên panelê re werin niqaş kirin.

Beşa duyemîn a panelê jî di bin sernavê “Di Sîstema Bakur û Rojhilatê Sûrî de Perwerdeya Pirzimanî û Pirçandî” de were niqaş kirin. Di vê beşî de girîngî û pêwîstiya perwerdeya pirzimanî û pirçandî ya di Bakur û Rojhilatê Sûrî de bê bi dest girtin. Dîsa di vê beşî de bersivê pirsên wekê, di pêşketin û avakirina civakên demokratîk de rola perwerdeya pir zimanî pir çandî çi ye; di pratîka Bakur û Rojhilatê Sûrî de çi bandorî ava kiriye û ji bo xurtkirina vê sîstema pirzimanî û pirçandî divê çi werin kirin?

Tê payin ji çar aliyê cihanê gelek zana, rewşenbîr û hiquqnas tev li panelê bibin û li ser van her du rojevan axaftinan bikin. Li gorî agahîya ku komîteya amadekar par ve kir, nûnerên NY û UNICEF’ê jî ji bo vê panelê hatine wexwandin.

ANHA