Hikumeta Şamê û Îsraîl bi navbeynkariya Rûsyayê dîlgirtiyên xwe bi hev guhertin

Hikumeta Şamê ragihand ku dê bi Îsraîlê re bi navbeynkariya Rûsyayê dîlgirtiyan bi hev biguherin. Dê li beramberî du dîlgirtiyên sûrî, keçeke îsraîlî serbest were berdan.

Hikumeta Şamê û Îsraîl bi navbeynkariya Rûsyayê dîlgirtiyên xwe bi hev guhertin
17 sibat, 2021   14:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA`yê ya berdevka hikumeta Şamê ye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, pevguhertina dîlgirtiyan bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo serbestberdana Nîhal El-Muqt û Ziyab Qahmuz ên ji Colana dagirkirî pêk tê û ew pevguhartin li beramberî serbestberdana keçeke îsraîlî ku bi şaştî derbasî herêma Quneytirayê bûye û ji hêla aliyên têkildar ên Sûriyê ve hatiye girtin, be.

Li gorî malpera Rûsya El-Yewm Kluba Esîran a Filistînê îro ragihand ku Îsraîlê biryara serbestberdana dîlgirtiyê sûrî Ziyab Qahmuz li gorî peymaneke pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Sûriyê û Îsraîlê de bi navbeynkariya Rûsyayê daye.

(şx)