Aliyên Astanayê careke din li ser dijberiya gelê Kurd li hev kir

Rûsya, Tirkiyê û Îranê careke din di rêzecivînên Astanayê de li ser dijberiya mafên rewa yên gelê Kurd ê li Sûriyê li hev kir.

Aliyên Astanayê careke din li ser dijberiya gelê Kurd li hev kir
17 sibat, 2021   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya, Tirkiyê û Îranê daxuyaniya bidawîbûna civîna Astanayê li Sochî li Rûsyayê hatibû lidarxistin da. Nûnerên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk di wê civînê de beşdar bûn.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê têkildarî kar û barên Sûriyê Alexander Lavrentiev daxuyanî xwend. Her sê aliyên peymanan bi gotina “Em di têkoşîna li dijî planên parçebûnê yên li paş çemê Firatê (mebest herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye) ku yekitiya Sûriyê qels dike de”, careke din li ser dijberiya gelê Kurd û gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyê li hev kir.

Her sê welatên navborî her tim gelê Kurd bi hewldana parçebûnê tawanbar dikin, ku rayedarên gelê Kurd her tim tekeziyê bi yekitiya xaka Sûriyê dikin û hewl didin yekitiya xak û gelê Sûriyê biparêzin. Lê dewleta Tirk a dagirker parçeyên mezin ji xaka Sûriyê dagir kirine û li wir ziman, al û pereyên xwe ferz dike.

Tevî ku artêşa Tirk a dagirker serweriya dewleta Sûriyê bin pê dike û komên Îranê li gelek herêmên Sûriyê bi cih bûne jî, lê her sê aliyên peymanan behsa serweriya welêt û yekitiya xaka wê dikin.

Lavrentiev behsa Idlibê jî kir û got: “Me rewşa li herêma bêçek a Idlibê jî bi berfirehî nîqaş kir. Em gihaştin wê encamê ku divê hemû peymanên der barê Idlibê de pêk bên û rewşa li ser erdê aram bibe.”

Di daxuyaniyê de her sê aliyên peymanan metirsiya xwe li ser zêdebûna çalakiyên terorê ya koma Heyet Tehrîr Şam û rêxistinên din ên terorîst ên girêdayê wê nîşan dan, ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ne û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî wan wekî gefekê li ser sivîlên li hundir û derveyî Idlibê dibîne.

Komên di daxuyaniyê de hatine bibîrxistin li herêmên serweirya artêşa Tirk a dagirker in, li wir çalak in, bargehên dewleta Tirk li wan herêman diparêzin û desteka leşkerî û lojîstîk ji dewleta Tirk a dagirker digirin.

Lavrentiev her wiha da zanîn ku wan li ser berdewamkirina hevkariyê ji bo tunekirina DAIŞ, Cebhet Nûsra û hemû endam, kom, sazî û rêxistinên din ên terorîst ên girêdayî Qaîdeû DAIŞ`ê, her wiha li ser misogerkirina parastina sivîlan û binesaziya mirovî li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî li hev kirine.

Di daxuyaniyê de her wisa êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê hatin şermezarkirin û bang lê hate kirin ku bombebarana deverên Sûriyê rawestîne.

Bang li NY`yê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hate kirin ku girîngiyê bidin dayîna dermana Koronayê ji welatiyên Sûriyê re.

(cx)