'Eşîrên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyê hişyar in'

Rûspiyê eşîra El-Cewala ya Bakur û Rojhilatê Sûriyiê Abdullrehman El-Reşîd tekez kir ku hewldanên derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têk biçin û îşaret bi hişyarbûna eşîreyên herêmê ji armancên wan siyasetan kir.

'Eşîrên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyê hişyar in'
16 sibat, 2021   05:04
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Rûspiyê eşîra El-Cewala ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullrehman El-Reşîd behsa hewldanên derxistina fitneyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku ev hewldan ne tiştekî nû ye, lê belê berdewamiya plan û siyasetên derxistina nakokiyên eşîretî û mezhebî ne.

'GEL TIŞTÊN LI DERDOR DIQEWIMIN BAŞ NAS DIKE'

Abdullrehman El-Reşîd îşaret bi hişyariya gel ji hewldanên derxistina fitneyê kir û wiha domand: "Gelê Sûriyê baş dizane ku ne ji berjewendiya tu aliyê ye ku tevlîhevî derkeve. Ji ber ku di dawiyê de ew e yê ku berdêlê tevlîhevî û wan siyasetan dide."

El-Reşîd wiha domand: "10 salên ku gelê Sûriyê tê de zehmetî kişand, têrê dike ku gelê Sûriyê bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tişta li derdor diqewime baş nas bike."

El-Reşîd îşaret bi hişyarbûna eşîrên herêmê kir û wiha axivî: "Hişyarûbna eşîrên herêmê têrê dikir ku armanca wan aliyan û berjewendiyên ku dixwazin pêk bînin nas bikin, ji ber gelê herêmê, şêx û rûspiyên eşîran zane ne."

Her wiha Abdullrehman El-Reşîd bal kişand ser girîngoya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan û got: " Her çiqas şer û kuştin çêbibin, di dawiyê de dê her kes li maseya diyalogê vegere. Çima em na axivin beriya ku em bighêjin şerê Sûrî – Sûrî?."

Abdullrehman El-Reşîd tekez kir ku rûnistina li ser maseya diyalogê çareseriya herî gunaw û ya tekane ji aloziya Sûriyê re ye.

Rûspiyê eşîra El-Cewala Abdullrehman El-Reşîd di dawiyê de got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di serî de şêx û rûspiyên eşîran dê li pey siyasetên ku armanca wan xirakirina ewlehî û aramiya herêmê ye, neçin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sQMRLjqOxeQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>