Koalîsyona Navneteweyî: Li Hewlêrê kesek hate kuştin, 6 birîndar bûn

Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku di êrişa bi moşekan a li Hewlêrê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 birîndar bûn, di nav de leşkerekî Amerîkî heye.

Koalîsyona Navneteweyî: Li Hewlêrê kesek hate kuştin, 6 birîndar bûn
15 sibat, 2021   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkên Koalîsyona Navneteweyî mîralayî Wayne Maruto li ser twîtterê got, li gorî raporên destpêkê, di êrişa li Hewlêrê de mutehîdekî sivîl jiyana xwe ji dest da, 5 karbes û leşkerekî Amerîkî birîndar bûne.