Projeyên nû yên tenduristiyê û dema gihîştina dermanê Koronayê hate eşkerekirin

Dr. Ciwan Mistefa hin projeyên nû yên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku tê payîn îsal pêk bên, her wiha dema gihîştina dermanê Koronayê diyar kir.

Projeyên nû yên tenduristiyê û dema gihîştina dermanê Koronayê hate eşkerekirin
11 sibat, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî emeliyetên dil ku li herêmê hatine kirin, projeyên nû yên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dema gihîştina dermanê Koronayê ji herêmê re, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji televizyona Rojava re axivî.

 ‘TÊ PAYÎN KU DERMANÊ KORONA DI MEHA NÎSANÊ DE BIGIHÊJE SÛRIYÊ’

Li ser dema gihîştina dermanê Koronayê ji bo Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku rêjeyeke dermanê Koronayê bê pere li welatên ku derfetên wan ên kirîn an bidestxistina derman tune ne, tê belavkirin û got: “Em bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rêxitinên girêdayî wê re di peywendiyê de ne û di vê derbarê de nîqaş di asteke bilind de tên kirin. Tê payîn ku derman di meha Nîsanê de bigihêje Sûriyê.”

 ‘ME 4 EMELIYETÊN DIL BI SERKEFTÎ ÇÊKIRIN’

Mistefa li ser emeliyetên dil jî diyar kir ku beriya ew dest bi emeliyetan bikin wan hin alîkariya hin pirsporan xwestiye û bi Navenda Emeliyetên Dil a Hewlêrê re peywendî danîn, ku hin bijîşkên di navendê de ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û li Hewlêrê kar dikin. Mistefa wiha domand: “Me bi rêya aliyên fermî bi wan re koordîne kir. Li ser wê yekê şandeyek bijîşkên navendê serdan kirin û bi tîma tenduristiyê ya li nexweşxaneyê re, 4 emeliyetên dil bi serkeftî çêkirin."

Mistefa daxuyand ku her sê emeliyetên destpêkê bi çavdêriya yekser a tîma tenduristiyê ya Hewlêrê pêk hatin, ya 4`an jî bi ji aliyê bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûryê ve pêk hat û got: “Piştî ku hemû derfetên tenduristî û lojîstîkî hatin peydakirin, niha tîma tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dil dikare emeliyetên dil çêbike.”

EM AMADEKARIYA VEKIRINA NAVENDÊN NÛ YÊN TENDURISTIYÊ DIKIN

Mistefa destnîşan kir ku ew amadekariya vekirina navnedên nû yên tendursitiyê li herêmê dikin, ku tê payîn îsal pêk bên, ji wan: ".

  1. Vekirina beşê emeliyetnê dil ji bo zarokan.
  2. Navendeke taybet bi nexweşên penceşêrê û navendeke din ji bo dermankirina şewatan.
  3. Avakirina depoyekî dermanan.
  4. Avakirina laboratoreke ji bo çavdêrkirina dermanan.
  5. Vekirina du nexweşxaneyan li Dêrazorê.

Dr. Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku stratejiya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku xebatên tenduristiyê bê pere bin an bi nirxekî pir kêm bin û got: “Helbet, ev mafekî welatiyan e û em ê hewl bidin pêk bînin.”

(cx)

ANHA