Li ser sînorê Iraq-Sûriyê kamyoneke çekên komên alîgirên Îranê hate hedefgirtin

Karwanekî çekan ê komên alîgirên Îranê li ser sînorên Sûriyê-Iraqê li rojhlatê Dêrazorê ji hêla balafireke keşfê ya nenas ve, hate hedefgirtin.

Li ser sînorê Iraq-Sûriyê kamyoneke çekên komên alîgirên Îranê hate hedefgirtin
11 sibat, 2021   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku îro karwanekî çekan ê komên alîgirên Îranê nêzî deriyê leşkerî yê neqanûnî di navbera Iraq û Sûriyê de ji hêla balafireke keşfê ya nenas ve hate hedefgirtin.

Li gorî SOHR`ê, dengê teqînên mezin li herêmê hatin bihîstin, lê der barê encamên  teqînan de tu agahî nehatin bidestxistin.

(dx)