Çavkaniyên îstixbaratê: Îsraîlê bi alîkariya 20 ajanan Fexrîzade qetil kir

Çavkaniyên îstixbaratê da xuyakirin ku îstixbarata Îsraîlê zanyarê nukleerê yê îranî Mohsen Fexrîzade bi bombeyek ku giraniya wê tonek e û bi tevkriya 20 ajanan, kuşt.

Çavkaniyên îstixbaratê: Îsraîlê bi alîkariya 20 ajanan Fexrîzade qetil kir
11 sibat, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Jewish Chronicle ya Brîtanyayê ji çavkaniyên îstixbaratê ragihand ku zanyarê nukleerê yê Îranê Mohsen Fexrîzade di meha Mijdara 2020’an de li nêzî Tehranê bi bombeyekê hate qetilkirin ku ji hêla îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) ve derbasî Îranê hatiye kirin.  

Li gorî çavkaniyan zêdetirî 20 ajanên ji Îsraîl û Îranê piştî ku 8 mehan çavdêriya Fexrîzade kir, bi rêya kemînekê kuşt.

(dx)