Biden: Ji bo parastina DYA û hevalbendên wê çi bê xwestin em ê bikin

Serokê DYA’yê Joe Biden got ji bo parastina DYA û hevalbendên wê, çi bê xwestin dê bikin û diyar kir ku divê li hemberî astengiyên ku Çîn li wan ferz dike, bisekinin.

Biden: Ji bo parastina DYA û hevalbendên wê çi bê xwestin em ê bikin
11 sibat, 2021   09:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden duh bi şev li Pentegonê xîtaba xwe ya yekemîn da. Di wê xîtabê de avakirina tîmeke girêdayî Wezareta Parastinê ya ku bi dosyaya Çînê re mijûl dibe, ragihand. Biden destnîşan kir ku ev tîm, dê yekser dest bi kar bike û stratejiyên leşkerî yên li hemberî xetereya Çînê di ber çavan re derbas bike.

Biden da xuyakirin ku rêveberiya wî ji bo parastina DYA û hevalbendên wê çi bê xwestin, dê bike.  

Biden 4 meh ji tîmê re diyar kir ku rapora xwe pêşkêş bike, da ku stratejiyeke xurt girêdayî dosyayên Çînê diyar bikin.

Biden da zanîn ku ji bo Çînê û dosyayên girêdayî wê, dê pêwîst bike ku tevahiya saziyên hikumetê bi hev re kar bikin, li rex piştgiriya Kongreyê û hevalbendên xurt.

 (şx)