'Hikumeta Şamê hewl dide bi dorpêçkirinê berxwedana Efrîniyan bişikîne'

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso diyar kir ku hikumeta Şamê ji dorpêçkirina herêmê dixwaze berxwedana şêniyên Efrînê bişikîne û wan ji têkoşînê dûr bixe.

'Hikumeta Şamê hewl dide bi dorpêçkirinê berxwedana Efrîniyan bişikîne'
5 sibat, 2021   00:43
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Li rex topbarana hovane ya domdar a ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin û pêkanîna komkujiyan li dijî zarok û jinan, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser şêniyan ferz dike, nahêle pêdiviyên jiyanî yên rojane mîna mazot, gaz, xwarin û derman derbasî herêmê bibin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso siyaseta ku hikumeta Şamê dimeşîne, bi topbarana li dijî herêmê ve ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve girê da.

Neso wiha axivî: “Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber êrişên hovane yên ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn, dest bi qonaxeke nû anku Berxwedana Serdemê di nava kamp û malên wêranbûyî de kir. Li vir jî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker nefilitîn. Dagirkera Tirk herêmên nêzî eniyên şer, mîna Til Rifet û gundên navçeya Şêrawayê, topbaran dike.”

`HIKUMETA ŞAMÊ MÎNA KU NE JI SÛRIYÊ NE, BI KOÇBERÊN EFRÎNÊ RE DIDE Û DISTÎNE`

Neso  wiha domand: “Li rex vê jî, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser şêniyên Efrînê ferz dike. Bendên wê yên li ser rêya di navbera Heleb û kantonê de nahêlin madeyên bingehîn mîna mazot, ard, derman û gaz derbasî herêmê bibin. Mîna ku dewleteke din e û şêniyên wê ne beşek ji gelê Sûriyê ne.”

Neso  diyar kir ku ji ber dorpêçê buhayên madeyên xwarinê bûn 3 qat, mazota ji bo germkirin û çandiniyê pêwîst e û li herêmê hema bêje nema, derman û pêdiviyên tenduristiyê jî kêm bûn.

Neso piştrast kir ku ji vê dorpêçê diyar dibe ku lihevkirinên veşartî di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de hene, armanc jî şikandina berxwedan û vîna şêniyên Efrînê ye û valakirina kantonê ye.

Der barê tevgerên provokatîf ên li Qamişlo û Hesekê de Neso wiha axivî: “Ji tevgerên provokatîf ên hikumeta Şamê li çargoşeya elwehiyê ya li Qamişlo û Hesekê, îsbat dibe ku destê wê di lihevkirinên xwîndar de heye ku bi dewleta Tirk re têkildarî dagirkirina herêmên Sûriyê û pêkanîna sûcan li dijî gelê Sûriyê îmze kiriye. Ew dixwaze tevlihevî û fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweser derxe.”

Neso di dawiyê de destnîşan kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê dê bidome û dê dev ji doza xwe bernedin.

(şx)

ANHA