`DAIŞ li hemberî vîna jinên azad îflas kir`

Endamên Kongreya Star ên navçeya Şedadê gotin, “Qetilkirina Sieda û Hind nîşan dide ku çeteyên DAIŞ`ê li hemberî vîna jinên azad îflas kiriye.”

`DAIŞ li hemberî vîna jinên azad îflas kir`
5 sibat, 2021   07:41
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Çeteyên DAIŞ`ê di 22`yê Çileyê de hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayir Sieda El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kirin.

Endamên Kongreya Star ên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê qetilkirina her du jinan bi nîşaneya îflasa DAIŞ`ê bi nav kirin û gotin, ew yek dê îsrara wan a berdewamkirina berxwedan û têkoşînê kêm neke.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Şedadê Selwa El-Ehmed got: “Revandin û kuştina jinên çalak di civakê de, nîşaneya herî mezin e ku çeteyên DAIŞ`ê yên ji bo berjewendiyên îstixbaratên Tirkiyê kar dikin, îflas kirine.”

Selwa wiha domand: “Qetilkirina her du hevalên me Sieda û Hind bi armana lawazkirina rola jinan û berxwedana wan û şikandina vîna wan, pêk hat.”

Selwa El-Ehmed diyar kir ku ev sûc dê îsrara wan a berdewamkirina berxwedan û têkoşînê heta dawiyê kêm neke û got: “Seida û Hind ji herêma Deşîşayê ne ku demekê di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bû. Ew bi îradeya xwe tev li kar bûn da ku beşdarî avakirina civakeke azad û demokratîk bibin.”

Endama Kongreya Star Behîce El-Ewad jî wiha got: “Hedefkirina hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayir Seida û cîgira wê Hind, karekî terorî yê çeteyên DAIŞ`ê ye ku êdî nikare yekser bikeve şer û tenê bûyerên revandin û kuştinê pêk tîne.”

Behîce destnîşan kir ku kuştina bi van rêbazan sûcekî li dijî hemû mirovahiyê ye û dê nikarbin bi vê yekê vîna jinên azad bişikînin.

Endama Kongreya Star Emîre El-Seid jî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: “Wan tiştê herî giranbiha feda kir. Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin.”

(cx)

ANHA