ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2021
5 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Têkildarî helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya têkildarî neerêkirina vekirina nivîsgeha kanala Ronahî TV gelek rojnamevanan helwestên xwe nîşan dan û bang li hikumetê dikin ku vekirina kanalê erê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derxistina mezintirîn banknotê di dîroka Sûriyê de ji aliyê banka navendî ya Sûriyê ve di demekê de ku Sûriyê di nava aloziyeke aborî de ye, tevliheviyeke mezin derxist. Aborînasan ji ber biryarên ku hikumeta Şamê yên nû, hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Idrîs Îso diyar kir ku ew tev li kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bûne û got "Da ku em bibin beşeke vê hewldanê, çi kar ji me bê xwestin ji bo pêkanîna daxwazên komîteyê, em ê bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Kongreya Star ên navçeya Şedadê gotin, “Qetilkirina Sieda û Hind nîşan dide ku çeteyên DAIŞ`ê li hemberî vîna jinên azad îflas kiriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Idlibê ya El-Xedraa ya Reqayê piştrast kir ku dewleta Tirk û opozîsyona Sûriyê alîkariyên navneteweyî yên ji bo gelê Sûriyê didizin, her wiha destnîşan kir ku ji ber jiyana azad a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberên Sûriyê berê xwe didin vê herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso diyar kir ku hikumeta Şamê ji dorpêçkirina herêmê dixwaze berxwedana şêniyên Efrînê bişikîne û wan ji têkoşînê dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Projeya Rêveberiya Xweser ji tevahiya pirsgirkên aloziya Sûriyê re bû bersiv. Lê ev proje ji aliyê hêzên bi nakok ên li ser desthilatdariyê ve yên ku xwe dispêrin aliyên herêmî û navdewetî ve nayê pejirandin. Siyasetmedarekî sûrî da xuyakirin ku ji ber ev proje li pêşiya zordestiyê û siyaset "parçe bike bi ser keve" dibe kelem, hêzên ku mudexeleya Sûriyê kirine wê red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Şêwekar Kewser El-Xelef û Zehra El-Bedawî bi rêya tabloyên xwe zehmetiyên jinan didin der nexasim jinên li bajar û herêmên dagirkirî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên navçeya Til Temirê diyar kir ku nikarin biçin nav zeviyên xwe, ji ber ku li nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re ne. Li aliyekî din cotkarekî piştrast kir ku dagirkeriya Tirk projeya çandiniyê ku lêçûna wê digihêje zêdetirî 80 milyon lîreyên Sûriyê, talan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Kar  û Barên Civakî Farûq El-Maşî destnîşan kir ku xebatên desteyê ji bo destekdayîna koçber û penaberan didome û diyar kir ku ew ê di vê salê xebatê xwe zêdetir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya Hecînê di heftê de rojekê ji bo dermankirina nexweşxan diyar kir heta ku nexweşxaneya Hecînê were sererastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA