Gelo sedema derketina banknota 5 hezarî çi ye?

Derxistina mezintirîn banknotê di dîroka Sûriyê de ji aliyê banka navendî ya Sûriyê ve di demekê de ku Sûriyê di nava aloziyeke aborî de ye, tevliheviyeke mezin derxist. Aborînasan ji ber biryarên hikumeta Şamê yên nû, hişyarî da.

Gelo sedema derketina banknota 5 hezarî çi ye?
5 sibat, 2021   02:43
QAMIŞLO – LÎLAV DÎWANÎ

Banka navendî ya Sûriyê di 24`ê Çileyê de banknota 5 hezar lîreyên Sûriyê derist.

Hikumeta Şamê hemû derfet û xêrûbêrên dewletê ji bo xizmeta operasyonên leşkerî xerc kir, lewra hêdî hêdî aloziya aborî derket holê.

Her wiha siyasetên darayî yên hikumeta Şamê, cezayên navneteweyî ku li ser hatine ferzkirin,  ji wan Qanûna Qeyser ku di 17`ê Hezîrana 2020`an de dest pê kir, krîzek çêkir. Lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê Amerîkî têk çû û dolarek gihaşt 3 hezar lîreyên Sûriyê. Beriya wê dolarek bi 46,5 lîre bû. Vê yekê bandor li rewşa jiyanî kir û aboriya Sûriyê ber bi pêngava sekinandinê ve bir.

QANÛNA QEYSER

Qanûna "Parastina Sivîlan li Sûriyê" yan jî ya bi navê “Qanûna Qeyser” tê naskirin, ji aliyê DYA`yê ve li ser hikumeta Şamê di 17`ê Kanûna 2019`an de hate ferzkirin. Armanca wê ku hikumeta Şamê ji ber sûcên ku li dijî sivîlan pêk tîne, ceza bike û wê neçar bike ku çareseriya siyasî ya aştiyane qebûl bike.

Ev qanûn dihêle ku ceza li hikumeta Şamê û alîgirên wê, berpirsên di hikumetê de û fermandarên leşkerî jî were ferzkirin. Her wiha dihêle ku cezayên li dijî hikumeta Şamê berfireh bibin û aliyên sereke ku aboriya serokê hikumetê kontrol dike, bigire nava xwe û di serî de banka navendî û petrolê.

Têkildarî mijarê pisporê aboriyê Eladîn Ferhan behsa rewşa aboriya Sûriyê kir û got: "Li Sûriyê kargehên aktîf ku dikarin aboriya wê vegerînin tune ne. Ji ber cezayên aborî ku li ser hikumeta Şamê hatine ferzkirin, civakê dev ji pereyê sereke berdaye. Çanda dewletê bi qanûnên ku metirsiyê li gel welatiyan çêdike dema ku bi dolar dan û standinê dikin, Sûriye zehmetiyan dibîne. Ji ber vê jî berê xwe didin sûka reş."

Bi derxistina banknota 5 hezar lîreyî di 25`ê Çileyê de, biryareke din jî hate derxistin ku banknotên 2 hezar û 5 hezarî li herêmên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, neyên bikaranîn û bi fermî ragihand ku dê dest bi dan û standina bi lîreyê Tirkiyê li wan herêman bikin.

Eledîn Ferhan got biryarek bi vî awayî nakeve xizmeta niştecihên herêmê û roleke mezin di hilweşandina aboriyê de dilîze. Ferhan diyar kir ku çareseriya tekane ku aboriya Sûriyê pê baş bibe, divê berê xwe bidin kargehên herêmî ku bi awayekî mezin destekê didin da ku anîna ji derve kêm bibe û xwetêrkirinê pêk bîne û wiha dewam kir: "Gelek çavkaniyên Sûriyê hene ku dikare bi rêya wan gelek pêwîstiyên gel peyda bike."

Eledîn Ferhan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibînin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi geşkirina pîşesaziyê ve diçe. Di 26`ê Çileyê de kargeheke zeytê vekir. Ev gaveke erênî bû da ku pêşî li mezinbûnê û lîstina bi buhayên madeyan bigire. Kargehên bi vî awayî dê derfetên kar peyda bikin û rewşa jiyanî ya welatiyan jî baş bike."

(bx)

ANHA