Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?

Rojamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li daxuyaniya ku kanala Ronahî TV ragihandiye, bûn ku pirsa ‘çima ruxsetê didin çapemeniya dewleta Tirk ku dijberiya Kurdan dike lê nadin dezgeheke kurdî?’ kir.

Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
Rojnamevan: Gelo çima Asayîşa Hewlêrê nahêle buroya Ronahî TV li Başûr bê vekirin?
3 sibat, 2021   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya kanala Ronahî TV îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir û tê de destnîşan kir ku ji Cotmeha 2020`an ve daxwaznameya vekirina nivîsgehê ya li Başûrê Kurdistanê pêşkêş kirine, lê Asayîşa Hewlêrê heta niha erê nekiriye.

Rêveberiyê diyar kir ku hincetên Asayîşê yên têkildarî vîrusa koronayê û lidarnexistina civînê ne rast in û tenê ji bo kanala wan li Başûrê Kurdistanê neyê vekirin, wiha dikin. Kanalê di berdewama daxuyaniyê de ev kiryar şermezar kir û wek binpêkirina azadiya çapemeniyê û astengkirina xebata dezgehên çapemeniyê bi nav kir.

Der barê vê yekê de rojnamevanên  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Pêşkêşê kanala Ronahî TV Alan Meîş li ser Twitterê got: "Ji aliyê azadiya çapemeniyê de em hevrûkirinê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de nakin, ji ber ku ev girêdayî hişmendiya rêveberiya hakim e û baweriya wê bi wê ve girêdayî ye."

Alan ev pirs kir: “Çawa kanala Ronahî li gelek welatên Ereban û Ewropayê dixebite û nikare li herêmeke Kurdan bixebite? Ma gelo rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji xebata saziyên ragihandinê yên li erdnîgariya xwe ditirse yan ne li gorî berjewendiyên partiyan in?”

Rojnamevana kanala Stêrk TV Amara Baro jî diyar kir ku desthilata Başûrê Kurdistanê nehişt ku Ronahî TV û hin dezgehên din ên kurdî li Başûrê Kurdistanê bixebitin, lê rê dide dezgehên dewleta Tirk ên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin û xizmeta dijminê gelê Kurd dikin ku bixebitin.

Her wiha rojnamevanê kanala Medya Haberê Deniz Devrim bi twittekê got, desthilata Başûrê Kurdistanê tevî tu qanûn tune ye ku rê li pêşiya dezgehên kurdî bigire, ew li herêmên xwe vê yekê dide meşandin.

Deniz Devrim ev pirs kir: “Çima hûn rê didin çapemeniya dijminên Kurdan ku bixebitin û hûn rê nadin dezgehên kurdî ku kar bikin? Çima desthilata Başûr redkirin û erêkirinê bi xwe ve girê dide tevî ku hikumeta Iraqê ya navendî rê daye?”

Edîtorê beşa Rojhilata Navîn ê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Azad Sefo jî li ser Facebookê nivîsand ku rayedarên ewlekariyê yên li Hewlêrê ku PDK wê bi rê ve dibe, rê neda kanala Ronahî TV nivîsgeha xwe li wir veke, tevî ku dezgehên Başûr û nûçegihanên wan li Rojavayê Kurdistanê hene.

Azad ev pirs kir: “Ma gelo azadiya çapemeniya kurdî ji van kesan re nayê tu maneyê? Gelo dikarin ku helwesta desthilatên ewlekariyê yên li Başûrê Kudistanê rexne bikin?”

Edîtorê ANHA`yê Hogir Necar jî li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kir ku kiryarên desthilata Başûrê Kurdistanê ya qedexeya vekirina nivîsgeha Ronahî TV dikeve warê siyaseta çewisandina azadiya çapemeniyê.

Hogir Necar ev pirs kir: “Kanî ew kesên ku xwe wek parêzvanên çapemeniyê û pênûsa azad dibînin? Gelo ji bo helwesta desthilata Başûrê Kurdistanê dê helwestekê nîşan bidin, wekî ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin û navê rêveberiyê û hêzên ewlekariyê bi bihaneyên şopandina rewşê reş dikirin?”

Pêşkêşa kanala Rojava TV`yê Novîn Îbrahîm jî ev pirs kir: “Ma gelo kanalên Başûrê Kurdistanê ku li herêmên Rêveberiya Xweser dixebitin û xwedî nivîsgehên ruxsetkirî ne, qala qedexekirina vekirina kanala Ronahî TV dikin û dikarin di kanalên xwe de îşaretê bi vê yekê bikin?”

Ronamevan Ekrem Berekat jî li ser Twitterê got kanala TRT a dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kar dike û ajansa Anadolu ya dewleta Tirk jî li Başûrê Kurdistanê dixebite ku navê Başûrê Kurdistanê dike ‘Bakurê Iraqê’. Ekrem ev pirs kir: “Desthilata Başûrê Kurdistanê çawa dikare ruxsetê nede kanala Ronahî TV ku li Başûrê Kurdistanê bixebite?”

 (eh)

ANHA